'Girtina deriyê Sêmalka dijî berjiwandiya gelê Kurde'
09:09
Jînda Azad/JINHA
TIL TEMIR - Jinên bajarê Til Temir girtina deriyê sînor yê Sêmalka bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku siyaseta PDK'ê dijminahiya nirxê gelê Kurd dike.
Jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê derbarê girtina deriyê sînor yê Sêmalka ya ku di 16'ê Adarê de ji aliyê PDK'ê ve hatî girtin nirxandin û bi tundî şermezar kirin. Jinan diyar kirin ku PDK'ê herdem ji bo berjiwendiya xwe nirxê gelê Kurd binpêdike.
'Pêwîste herkes li hember PDK'ê xwedî helwest be'
Jina bi navê Fatma Mihemed siyaseta PDK'ê ya ku li ser Rojava pêk tîne û bikaranîna kiryarên ku xizmeta gelê Kurd nakin şermezar kir û wiha got: "Em wekî jinên Rojava kiryarên PDK'ê bi tundî şermezar dikin, bi taybet girtina deriyê sînor yê Sêmalka ku di roja yekemîn civîna damezirîner a sîstema federal demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê pêkhatibû, lanet dikin. Biryarên bi vî rengî ku xizmeta gelê Kurd nakin her dem ji aliyê PDK'ê ve tên kirin. Mînaka vê dawiyê jî girtina deriyê Sêmalka ye. Pêwîste her kes li hember van rêbazên ku tê de dijminatiya gelê kurd tê kirin bertek nîşan bide û li dijî wê têkoşînê xurt bike."
'Li hember siyasetê PDK'ê têkoşîna me dê bilind be'
Gulîstan Tahir jî diyar kir ku biryara girtina deriyê Sêmalka biryarekî ne di cih de ye û wiha dom kir, "Kiryarên ku ji aliyê PDK'ê ve li ser gelê Rojava tên meşandin û xizmeta berjewendiyên gelê Kurd nakin bi girtina deriyê Sêmalka re tên berdewamkirin. Em vê yekê bi tundî şermezar dikin, bi hêvî me ku gelê me li Başûr jî berteka nerazîbûnê li hember nêzîkatiyên şaş ku ji aliyê PDK'ê ve li ser Rojava tên meşandin nîşan bidin û vê yekê şermezar bikin. Li hember van kiryaran têkoşîna me qet kêm nabe, dê asta berxwedanê hîn bilindtir bibe û morala gelê azadîxwaz dikare her cure astengiyan derbas bike."
(rh/hs/rc)