'Ligel surgunkirinê girtiyan du car ceza dikin'

09:10

Sarya Gozuoglu/JINHA

AMED - Ji jinên girtî ên surgunê girtîgeha Sîncanê hatine kirin Jiyan Ateş û Leyla Uyanike. Jiyan di 18'e saliyê xwe de hat girtin û 13' sal cezayê girtinê lê hat birîn. Leyla jî di 3'ê Cotmehê de li navçeyê Rezana Amedê li ber çavê dayîkê xwe bi îşkencê hat binçavkirin. Xwişka Leyla Esra Uyanik jî berî çend roj piştî girtinê şandin girtîgeha Girtî a Tîpa E yê Amedê.

Piştî ku ji Girtîgeha Girtî a Tîpa D yê Amedê 6 girtî revîn, li hember girtiyên din tundî û binpêkirina maf zêde bûye. Di 7'ê Adarê de ji Girtîgeha Tîpa D yê Amedê nêzî 30'î girtî surgunê Osmaniya û dûvre Îzmîr û Bandirmayê hatin kirin. Di 13'ê Adarê de jî 19'e jinên girtî ji Girtîgeha Tîpa E surgunê girtîgehên Bakirkoyê, Gebze, Sîncan û Şakranê hatin kirin. Ligel ku agahî demek dirêj ji malbatên girtî re ne hat dayîn, gelek girtî di greva birçîbûnê de ne. Ji girtiyên jin jî Jiyan Ateş û Leyla Uyanik e.

'Ligel surgunkirinê girtiyan du car ceza dikin'

Jiyan Ateş berî 4 sal hat girtin û 13'e sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Jiyan yek ji jinên ku di 7'ê Adarê de tevî 18'e jinan hatî surgun kirine. Dayîka Jiyan Ayşe Ateş diyar kir ku Jiyan di 18'e saliyê xwede hatî girtin û 13'e sal cezayê girtîgehê lê hatî birîn. Ayşe anî ziman ku berî Jiyan bê surgun kirin ew bi rojek bi telefonê hevdîtin kiriye û wiha domkir, "Hayê wê jî ji surguntiyê nînbû. Dûvre em hînbûn ku surgunê Girtîgeha Sîncanê Tîpa F yê Enqerê kirine." Ayşe destnîşan kir ku bi surgunkirinê re girtî du car tên surgunkirin û wiha pêde çû, "Em vê zilmê napejrînin. Ez pîrbûme heya Enqerê nikarim bi wesayîtê herim û ji balafirê ditirsim. Ez ê çewan keça xwe bibînim. Ez ê ji kur bizanibim pêdiviyê wê bi çi heye. Ewqas zilm bese êdî. Bila zarokên me azad berdin."

'Leyla bi îşkencê hat binçavkirin'

Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Leyla Uyanik (24) di 3'ê Cotmehê de hat binçavkirin. Dayîka Leyla Şehrîban Uyanik jî got ku keça ê bi îşkencê girtine binçavan û wiha got, "Bi hovane êrîşê keça min kirin û girtin binçavan. Di îşkencê de difin û milê wê şikandin. Rûyê wê di nava xwînê de wenda bibû." Şehrîban diyar kir ku xwişka Leyla, Esra (25) jî berî du hefte hatî girtin û birine girtîgeha Girtî a Tîpa E yê Amedê. Şehrîban da zanîn ku ji bo çûyîna Enqerê derfetê wê ya maddî û menevî nîne û wiha dirêjî da gotina xwe, "Me vê zilmê heq nekiriye. Me ti suc jî nekiriye tenê ji ber em Kurdin ev yek tînin serê me." Şehrîban da zanîn ku surgunkirina girtiyan bê agahi jî ne li gorî zagonê girtîgehê ne û wiha dawî li gotina xwe anî, "Agahiyê me ji çûyîna wê nînbû, Roja Şemiyê bi Ringê wê birine. Ji xwe em dixwazin kesên bê suc serbest bên berdan. Li vir nêzî me bû, çima zilmek wiha dikin. Hesabê van zilman tev dê werin girtin. Em ê tola vê zilmê bi têkoşînê bigrin."

(rc)