1. Rûniştina doza nûçegihana me ya bi kelecan Bêrîtan di 29 Adarê de ye

10:23

JINHA

AMED - Nûçegihana me Bêrîtan Canozer berî sê heyv di dema şopandina nûçeyê de bi hinceta 'bi kelecane' hat binçavkirin 1. rûniştina doza wê di 29'ê Adarê de wê pêk were. Wek hempîşe û hevalên wê yên xebatê ku me kelecanê wê dewir girtiye tevahî jin vedixwînin 1. rûniştina doza Bêrîtan dikin.

Nûçegihana me Bêrîtan Canozer di 16'ê Kanûnê de di dema şopandina çalakiya protesto ya li hember dorpêç û êrîşên li ser navçeya Sûrê de ji aliyê tîmên taybet ve bi hinceta "bi kelecane" hatibû binçavkirin. Bêrîtan tev kamera û mîkrofonê di deste hat binçavkirin û biribûn Şaxa TEM a Emniyeta Amedê. Bêrîtan piştî îfade da emniyetê jî 4 roj li binçavan hat girtin. Tevî tê zanîn ku Bêrîtan Canozer nûçegihan e jî bi îdîaya 'keseke gumanbar e' hat girtin. Bêrîtana ku şandin Girtîgeha Girtî a Tîpa E yê Amedê di hevdîtina xwe yekem bi malbatê re gotibû, "Min kelecana xwe li vir wenda nekir û ez kelecana xwe diparêzim. Bila hevalên min ên derve tev kelecana xwe biparêzin. Ez wan tev silav dikim."

Me kelecana Bêrîtan dewir girt

Tevahî jinên nûçegihan ji bo Bêrîtan serbest bê berdan ketin nava seferberiyê de. TGS li Stenbol ji bo nûçegihanên girtî serbest bên berdan çalakî pêk anîn. Wek hevalê xebatê ekîba JINHA'yê jî di wê çalakiyê de cih girt û got "Em kelecana Bêrîtan dewir digrin". Ligel her şert û mercên zehmet hempîşe li Amedê daxuyanî dan û soza ku ew ê ji Bêrîtan bi kelecantir bibin dan.

Bêrîtan surgunê Bakirkoyê hat kirin

Bêrîtan piştî ku 3'ê heyv li Girtîgeha Girtî a Tîpa E yê Amedê hat girtin tevî 18 jin hat surgun kirin. Jinan di 13'ê Adarê de surgunê girtîgeha Sîncan, Gebze, Şakran û Bakirkoyê hatin kirin, Bêrîtan jî rêkirin Girtîgeha Girtî yê Bakirkoyê. Bêrîtan di 29'ê Adarê de dê cara yekem li Dadgeha Cezayê Giran a 4. yê Amedê derê pêşberî dadgeriyê. Wek hempîşe û hevalên wê yên xebatê ku me kelecanê wê dewir girtiye tevahî jin vedixwînin 1. rûniştina doza Bêrîtan dikin.

(rc)