Dengê jinên Botanê bandor li 'Vejînê' kir

11:54

JINHA

STENBOL - Hunermenda NÇM'ê Meral Tekçî ya ku ji dengê jinên Botanê bi bandor bûye û albûma 'Vejîn' kiriye, Vejîn wek serhildêriya jin dide nasîn. Meral ku ji salên 90'an heya roja îro xebatên girîng dide meşandin, albûma xwe bi bandora jinên Botanê ve amede dike.

Hunermenda NÇM'ê Meral Tekçî ya ku ji dengê jinên Botanê bandor bûye û albûma Vejîn amede kiriye, diyar kir ku Vejîn xebatek yê ji nûve vejîna jinê ye. Meral di sala 1991'an de di binesaziya KAYY-DER Koma Dîlan de dest bi xebata hunerê dike. Di sala 1994'an de 2 sal di Koma Dengê Biratî de xebat da meşandin. Meral di sala 1996'an de ji KAYY-DER'ê vediqete û di binesaziya NÇM'ê de dest bi xebatê kir û di gelek komên mûzîkê de cih girt. Meral niha di Şahiya Stranan de xebatê xwe berdewam dike û di koma mûzîkê ya ku ji sê jinan pêk tê Aheng hunera xwe rêve dibe.

'Rûhê komê ên salê 90'an hildigrim û stran dibêjim'

Meral diyar kir ku li ser teşwîqê bavê xwe dest bi xebata hunerî kiriye û got ew niha di gelek koman de cih digre û projeyê Şahiya Stranan ya ku sitranên Kurdî wergerê Tirkî dikin bi rêve dibe. Meral anî ziman ku ew bi rûhê komê salên 90'ê stran dibêje û wiha domkir, "Bi komî hilberîn kirin û bi dewlemendiya eserên tevahî hevalan xebat dane meşandin hîn bi watedare."

'Dewlet stranan qedexe dike hunermendan digre'

Meral da zanîn ku wek jinên ku bi hunerê re mijûl dibin ji ber nasnameya Kurdî û Elewî ji aliyê dewletê ve rastî tundiyê tên û wiha got, "Ji ber zîhniyeta serdestî, hebûna jin yê li ser dîkê erênî nayê pejrandin. Her wiha di dema serdegirtinên saziyan de em rastî şîdeta fîzîk û devikî dihatin berê. Lê dewlet niha stranan qedexe dike û hunermendan digre binçavan." Meral destnîşan kir ku hizra amedekirina albûnê ji ber bertekên erênî ên hevalên xwe pêk hatiye û wiha pêde çû, "Em di derdê jiyandina çanda gelbûn. Di albûmê de 11'e motîfên ku çanda Kurd bide nîşandan cih digre. Di albûmê de strana Hozan Serhat, Mihemmed Şêxo û Aram Tîgran cih digre. Her wiha stranek me yê bi zimanê Ermenî jî heye."

Ji dengê jinên Botanê em ketin rê

Meral bilêvkir ku stranên herîmî yê Botanê jî di albûmê de cih digre û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ji ber dengê ku ji qirikê tê û xwedî erdnîgariyek cuda ye kêfa min jêre tê. Heçoke jinên Botanê tev di govend gerandinê de distirin. Min jî sûd jê wergirt û xebatek wiha pêk anî." Meral di dawiyê de anî ziman ku Vejîn serhildêriya jin dide diyar kirin û got, "Jin ji dîrokê heya berxwedana Şex Saîd û Dersîmê her dem pêşengiyê kiriye û dê her dem di tevahî qadan de pêşeng be. Pergal hewldide bi riyê medyayê hebûna jin li tevahî qadan tune bike. Em li hember pergalê ku dixwazin me bê hêz bikin têdikoşin.

(rc)