Li hember êrîşan berxwedana Şirnexê mezin dibe
13:23
JINHA
ŞIRNEX – Êrîşên qîrkirinê yên hikumeta AKP’ê bi tanq, top û obûsan 10 rojan bênavber ser taxên berdewanê berdewam dike, li hember êrîşan jî berxwedana gel mezin dibe. Di êrîşan de endama YPS-JIN Gurbet Kaya (Jiyan Amargî), endamên YPS’ê Salîh Batmaz (Mazlum) û Omer Aslan (Rohat Wan) jiyana xwe ji dest dan.
Êrîşên qîrkirinê yên hikumeta AKP’ê li hemberê Şirnexê 10 roj li pey xwe hêla. Di van 10 rojan de hêzên YPS/YPS-JIN’ê bi bîryardarî berxwedanê didomîne. Hêzên rejîmê ku bi mehan amedekariyên şerê kirî, bi marşên nîjadperest û tangan têketin bajêr. Êrîşên top, obûs û fûzeyan li ser bajêr pêk tênin. Hewldanên hêzên rejîmê 10 rojan rastî berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê hatin û têk çûn. Hewldanên hêzên rejîmê yên têketina taxan vale derket û li ser vê yekê taxên ku tû xendek û barîkat lê tûne dest bi kolandina xendekan kirin. Her wiha hêzên rejîmê di heman taxan de gelek avahî şewitandin û gelek avahî bi amuran re hilweşandin.
Ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve îlan kirina “Qedexeya derketina kolanan” roj bi roj geşadanên ku pêkhatî wiha ye:
14 Adar: Bi îlan kirina qedexeyê re hêzên rejîmê bajêr dorpêç kirin û bi çekên dest pê êrîşên taxên berxwedanê kirin. Bi saet 23.00’an dest pê kirina qedexeyê re tanqên derdora bajêr hatîn bicîhkirin li ser tewahiya bajêr dest pê topbaranê kir.
15 Adar: Hewldanên hêzên rejîmê ya têketina taxa Yenîmahalle rastê berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN hat û di pevçûnên qewimiyî de leşkerek pispor û 2 tîmên taybet jiyana xwe ji dest da. Her wiha hêzên YPS/YPS-JIN’ê li hember avahiyên TOKÎ’yê ku piranî dozger, polîs û komên UMKE tê de dimînin çalakiya bi roketan pêk anîn û piştî çalakiyê avahiyên TOKÎ’yê hatin vale kirin.
16 Adar: Êrîşên berfireh a bi topbarana li hemberê taxên berxedanê dest pê kir û ji wargeha leşkerî êrîşên bi fûzeyan li ser bajêr pêk hat.
17 Adar: Di pevçûnên li taxa Dîclê dijwar bûyî de cerdevanê ji eşîrê Jirkan birindar bû. Li taxa Dîclê welatiyê bi navê Naîf Tatar ku ji axa xwe ne terikiyî guleya topê bi mala wî ket û birîndar bû.
18 Adar: Ji saziyên fermî Navenda Karmenda Bajêr ku di navbera taxên Cumhurîyet û Dîclê de ji aliyê hêzên YPS/YPS-JIN’ê ve çalakiya bi roketan pêk hat û di encama şewatê de avahî bi temamî şewitî. Piştî çalakiyê hêzên rejîmê ya di Miduriyeta Tendûrîstiyê de hatî bi cîh kirin jî dest ji qerargehê berdan û paşve kêşan.
19 Adar: Hêzên rejîmê mizgefta Haci Agît Ugur a li taxa Cumhuriyet’ê hedef girtin û guleya topê bi mizgeftê ket.
20 Adar: Hêzên rejîmê ku hewldan têkevin taxa Yeşîlyurt’ê rastê berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê hatin û di encama pevçûnên qewimiyî de 2 leşker mirin û gelek jî birîndar bûn. Li ser heman hewldana hêzên rejîmê di pevçûnên taxên Cumhuriyet û Dîclê de 3 tîmên taybet mirin.
21 Adar: Pevçûnên dijwar a din ava rojê ve bênavber domkirî de endama YPS-JIN’ê Gurbet Kaya (Jiyan Amargî) jiyana xwe ji dest da. Hêzên rejîmê ku li ser berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê têk çûyîn, taxên tû xendek û barîkat lê tûne dest bi kolandina xendekan kirin.
22 Adar: Di pevçûnên taxa Yeşîlyurt’ê de 4 tîmên taybet mirin û li taxa Dîclê wesayîta kepçe a zirxî hat rûxandin. Di encama êrîşên hêzên rejîmê de endamên YPS’ê Salîh Batmaz (Mazlum) û Omer Aslan (Rohat Van) jiyana xwe ji dest dan.
23 Adar: Di roja 9’an de hêzên rejîmê nekarîn têkevin taxan de dest pê êrîşên nîjadperest kirin û li ser guleyên topan nivîsên nîjadperest nivîsandin û topbaranê li ser taxan kirin. Di êrîşan de hêzên rejîmê marşên nîjadperest vekirin.
24 Adar: Hêzên rejîmê êrîşên berfireh li ser tewahiya bajêr dan dest pê kirin û li ser bersiv dayîna hêzên YPS/YPS-JIN’ê pevçûnên qewimiyî de 7 tîmên taybet jiyana xwe ji dest da. Waliyê Şirnex di nava rojê de hêzên rejîmê ziyaret kir û di ziyaretan de hêzên rejîmê bi gotina “ji wesayitên zirxî peya nebin” hişyar kir.
Li hemberê êrîşên hêzên rejîmê yên hovane û nijadperest berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê berdewam dike.
(kom/zt)