Li 18 gund û mezrayên Ferqînê qedexeya derketinê hat îlankirin
14:24
JINHA
AMED - Li navçeya Farqînê di saetên serê sibê de operasyona leşkerî dest pê kir. Piştî operasyona leşkerî dest pê kir, li 18 gund û mezrayên qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Li herêmên ku derketina kolanan hat qedexekirin, welatiyan dest bi çalakiya mertalên zindî kir.
Leşkeran di saetên serê sibehê de li herêma Navçeya Farqînê ya Amedê operasyon da destpêkirin. Leşkeran di saetên sibehê de li gundên Heciçerkez, Dêrikamiqûre, Mistika, Sitêniye û Xapa operasyon dest pê kirin. Di çarçoveya operasyonan de li gundên herêmê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Li gundên Dêrikamiqûrê, Ozluce, Donenkaya, Tarakli, Esenyol, Malahirmo, Kanîspî, Herşen, Taxikê, Kurbeyt, Toklar, Fernhend, Malaelîkê, Kalemli, Arataş, Kepo, Pinar û gundikên wan ji sate 11.00'an û şûnde qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Leşker li keyayên gundan geriyan û hatin agahdarkirin. Li gund û mezrayên navê wan derbas dibin, ketin û derketinê wan ji aliyê leşkeriyê ve hatin girtin. Leşkeran li ser van gundan barîkat danîn. Li herêmên çiyayî jî bi topên hawanê tên bombekirin. Li herêmê balafirên bê mirov jî digerin.
Li herêmê di saetên serê sibê de şer dest pê kir û hêj didome. Welatiyên Farqînê ku xwestin biçin herêma operasyonê hatin astengkirin. Li aliyê din endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Farqinê û hevşaredar bi boneya rê li pêş operasyonan bigirin ber bi herêma operasyonê de derketin rê.
(rc)