Welatiyên Seyhanê: Emê desturê nedin veguherîna bajar
15:27
Filiz Zeyrek / JINHA
EDENE - Welatiyên taxa Bey a navçeya Barbarosa Edenê gotin ku ew destur nadin Şaredariya Seyhanê taxa wan li ser navê gevuhestina bajar xira bikin û bertek nîşanî biryara şerdariyê dan. Welatiyan diyar kirin ku armanca projeya veguhestina bajar belav kirina kurdaye; yek ji armancên din ewe ku taxa kurd lê dijîn vala bikin. Welatiyên taxê dan zanîn ku dixwazin gel bikevê bin deyna û li ser axa wan rantê dest bixin û li hember kurdan koçberiyek nû bidin despêkirin û wiha berdewam kirin: "Em tucar nayên van listokan, çi dibe bila bibe em li hember vê proja şaredariyên e."
Li taxên Barbaros û Bey yên giredayî navçeya Seyhana Edenê ku bi giştî kurd lê dijîn, gel bertek nîşanî proja veguhestina bajer ya Şaredariya Seyhanê ku li ser navê projeya taxên kurdan xira dike dan. Li ser agahiya Şaredariya Seyhanê 29'ê Adarê dê bi welatiyên taxê re hevdîtin pêk bîanin. Welatiyê agahî girtin diyar kirin ku dixwazin li ser navê veguhestina bajer taxên ku kurd dijîn tavsiye bikin û gel bikin deyndarê şaredariyê, armanca wan a din jî ewe ku kurda ji taxan koç bikin.
Hatice Parla (40) got ku ev 20 salin ew li vî xanî dirunê û bertek nîşanî projeyê şaredariyê da. Hatice destnîşan kir ku ew tucar nahêlin xaniyên wan bên xira kirin û wiha lê zede kir: "Em tucar bivan listokan nayên xapandin. Me bi çi zehmetiyan ev xanî çêkirin û niha jî dixwazin em bibin deyndarê şaredariyê. Ji xwe xaniyê me 3 qatin, qatêk ji dişamin lê dimîne û qatek jî xesuwa min lêdimîne. Daxwaza şaredariyê ewe ku xaniyê me xira bike û me bike deyndarê xwe. Em tucar destur nadin tiştek bi vî rengî."
Turkan Karakay (42) a ku li heman taxê esnafî dike jî anî ziman ku ew 3 sale li wê taxê esnaftî dike û wiha got: "Bi vê projeyê wê kirayê dikanan û bêkarî zêde bibin. Armaca wan ne veguhestina bajere, armanca wan şikandina berxwedana gelê kurde. Dixwazin pêşiya hevparkirina ciwanan bigirin û kurdan ji hev belav bikin. Tax hemu ferihin û hemu xanî bi projeya nû hatine çêkirin, ji bo çi dixwazin taxan xira bikin. Bila hînceta ku tax kevinin nedin pêşiya xwe ev derewe. Gava xanî kevin bin maddeye hişbirînê zêdeye û gava xanî nû bin kême. Ev çi hişmendiye, tu bahane ne dîtin? Eger armanc bi dawî kirina madde hişbirînê bê bila werin em ê bi hev re dest bidin hev û em ê têkoşîna li hember madeyên hişberiyê bidin despêkirin. Em jî pir dixwazin ev bi dawî bibe."
Munire Ozden jî dazanî ku ew dixwazin wan veqatenin û bertekên xwe wiha anî ziman: "Ev 50 sale em ji Mêrdînê ser axa xwe hatina durkirin û em koçberî walatê derve bûn, niha jî em li vir dirunin. Me heya ev xanî çêkir me bi milên xwe xîz kişandiye û ketin bin deyna. Niha jî dewlemen dixwazin xaniyên ku me bi zorê çêkirin xira dikin. Em tucar dev ji jiyana xwe ya em li nava taxê hînbûyîn bernadin. Armanca wan belavkirina kurdaye û dixwazin me dîsa ji axa me koç bikin. Kurd li vir li hember nehaqiyê berxwedan dikin û ew nikarin berxwedana me bişkî nin. Niha hewldidin ku xaniyên me xira bikin, em tucar van nehaqiyan qabûlnakin."
Zubeyda Candan a 82 salî ku jina herî temen mezin a nava taxê ye jî da zanîn ku ev 30 sale ew li wê taxê jiyan dike û wiha gotinên xwe dawî kir: "Min zarokên xwe bi zor û zehmetî mezin kir û zewicandin, xaniyek ku em serê xwe bixin ber ava kir. Wê pêşî mala min xera bikin û dure min dibin deynan de bihêlin. Ezê di vî temenê xwe de çawa bikevim bin deynan. Ezê tucar vê biryarê qabûl nakim û em dev ji xaniyê xwe bernadin."
(dt/zt)