Jinên karker Gulten Kişanak ziyaret kirin

16:57

JINHA

AMED - Seroka DÎKAD'ê Reyhan Aktar û Endamên Rêvebiriya Lijneyê çun serdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û ew vexwendin Konferansa 'Di jiyanê de jinên xebatkar.'

Seroka Komeleya Jinên karker a Amedê DÎKAD'ê Reyahan Aktar û Endamên Reveberiya Lijneyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak li maqama wê ziyaret kirin. Di ziyaretê de Seroka DÎKAD'ê Reyhan Aktar got ku wê Komeleya Peyaneriya Jinên Tirkiyê di 26'ê Adarê de 'Konferansa Jinên Xebatkar' bê lidarbixin ji bo wê jî ew Gultan Kişanak vediwînin konferansê. Reyhan anî ziman ku wê sibê Konferansa ku li Otela Mîtannî bê li darxistin dê pirsgirêkên xwe bînin ziman û di konferansê de tiştên ku li Komxebata Enqerê jiyan kirin niqaş bikin.

(dt/zt)