Jinên Wanê: Divê tavilê şer bê rawestandin

09:01

JINHA

WAN - Jinên Wanê li hember konsepta şer yê dewletê ku li tevahî bajarên Kurdistanê xistiye dewrê û di dawiyê de li Nisêbîn, Şirnex û Geverê girankirî bertek nîşan dan û li hember şer banga hevgirtinê kirin.

Hêzên dewletê di bin navê "qedexeyê derketina kolanan" de li Sur û Cizîrê komkujî pêk anî, niha jî li Nisêbîn, Şirnex û Geverê êrîşên xwe giran kiriye. Ji ber dorpêç û êrîşên hember navçeyê Şirnex, Nisêbîn û Geverê jinên Wanê bertekê xwe nîşan dan. Ji jinan Mercan Îşnaz (35) diyar kir ku bi dorpêçan re pevçûnên ku dertên divê bên rawestandin. Mercan pevçûn û komkujiyên ku rû didin hikûmeta AKP'ê berpirsyar girt û got, "Em dewletê, polîtîkaya qirêj şermezar dikin. Dibêjin dewletê jî em zarokên xwe jî bo te û qetilîamên tê mezin nakin."

'Dewlet jî dizane ku têk diçe'

Mercan destnîşan kir ku dewlet êdî di ferqa têk çûna xwe ye û wiha domkir, "Em dewletek wiha qebûl nakin. Dewleta Tirk bi salane gelê Kurd bin navê 'em birane û wekhevin' me xapand. Êrîşên herî qirêj jî li ser jinê pêk tîne em vî jî qebûl nakin. Dewlet jî zane ku têk diçe û di wê demê de jî dest bi polîtîkayên qirêj kir. Got em ê kurdan xelas bikin lê bila bizane ku em tu caran xelas nabin. Êdî dema parastinê û berxwedanê ye em aştiyê dixwazin û em dayik destê xwe bidin yêk û welatê xwe biparêzin."

'Dewlet çima êrîş ser axê Kurdistanê pêk tîne'

Makbûle Kumlî (60) jî wiha dest bi axaftinê xwe kir, "Em dewleta tirk şermezar dikin û dibêjin êdî bese. Çima dewlet êrîşên xwe li ser axa me pêk tîne. Zarokên dergûşkî de heya zarokên ne hatî dinê qetildike. Dewlet ewqas têk çûye ku laşê jinê tazî dikin. Bi salane em aştiyê dixwazin, em naxwazin êdî hestrên çavê dayîkan bibînin. Em jî dikarin şer bikin û mirovan qetilbikin lê me mirovahiya xwe winda nekiriye. Qey xwedayê wan tune da ku xweda bitirsin.Wan welatiyan zor û zehmetî avahiyên xwe avakirin û dewletê nehişt pê şa bibin. Ez dibêjim aşitî, aşitî û dîsa aşitî."

'Em zarokên xwe ji bo dewletê mezin nakin'

Aysel Şen di despêka gotina xwe de êrîşên dewletê şermezar kir û wiha got, "Me tiştek wisa nedît. Dewlet welatiyên temenê wan 7-70'ê salî hemû welatiyan qetildike kes wan qebûl nake dê heya kengî êrîşên dewleta tirk berdewam bike. Em dayik zarokên xwe ji bo dewletê mezin nakin. Ji ber êrîşên dewletê em nikarin bijîn aramî nemaye. Dilê me dayikan dişewite.Em dayik her roj mîna agirê geş dibin û dişewitîn. Lê mixabin kes wî nabîne em dayik dibêjin bese. Li Cizîr û Surê gelek dayîk dilê wan şewitî. Ez bang li tevahî dayîkan dikim ku yekîtiya xwe xurt bikin. Dewlet di bin navê terorê zarokên me qetil dike. Divê em hevgirtina xwe mezin bikin."

(jk-db-hk/rc)