Derdora tevnê Xanim cihê sohbeta jinên taxê ye
09:02
Zehîde Ehmed/JINHA
KOBANÊ - Ji jinên di nava xirabeyên Kobanê de dixebitin Xanim derdora tevnê xwe kiriye cihê sohbet û şêwirîna jinan. Xanim diyar kir ku ew hem karê xwe dikin û hem jî di ber kar de sohbet dikin.
Li Kobanê bi destê jinan jiyan ji nû ve tê avakirin. Jinên Kobanê di nava xirabeyên bajar de çanda dayîkên xwe yên xudawendên avakarê civakê ji nû ve nûjen dikin. Yek ji berhemê çanda kevnare ya Rojhilata Navîn û tayîbetî jî di nava kurdan de xwe dide jiyan kirin jî çêkirina tevnane. Jin gelek pêdiviyên mala xwe û derdorê xwe bi tevnan dikin. Rîs an jî deziyên xwe yên renga reng kom dikin, dartevniyan didanin û dest bi danîna tevin dikin. Ser wan dartevniyan gelek tiştên weke mehfur, berik, sicade, parzun ji bo jinan û çelde ji bo mêran dema dibin nava erdan û ber pez çêdikin. Dayîka Xanim Qadir a 70 salî 50 salin karê tevnan dike. Ne temenê wê yê mezin, ne zehmetiyên jiyanê, ne xirbeyên li kêleka wê nikarin baldariya wê ya li ser tevnê wê belav bike. Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Kobanê de Xanim koçberbû. Dema ku Kobanê azadbû, carekdin vegeriya ser axa xwe û dest bi karê xwe yê raçandina tevin û teşiyan kir.
Xanim Qadir da zanîn ku ew gelek rengên tevnan dizane û wiha domand: "Ez rîs dirêsim, reng dikim û paşê jî dixim tevin. Ez mehfur, berik û sicadeyên reng bi reng çêdikim. Ez hem ji bo pêdiviyên mala xwe çêdikim û hem jî yên zêde çêdikim, ji xêra xwe re belav dikim. Niha jî di destê min de berikek heye çêdikim. Ezê vê biqedînim û li dîwarê odeya xwe bixim."
Xanim destnîşan kir ku wê bi zanabûn tevnê xwe li nava xirabeyan daniye û wiha berdewam kir: "Ji ber ku ev ciheke dîrokî ye û zarokên me xwîna xwe li ser rijandine, min tevnê xwe jî danî ser vê axa pîroz. Li gor min mirov divê tiştên xwe yên borî qet ji bîr neke. Bi taybet jî li çanda xwe xwedî derkeve."
Xanim bilêv kir ku her roj hemû jinên taxê tên li wê kom dibin, bi hev re hem sohbet dikin, hem xarin û çaya xwe li wê dixwin û vedixwin û hem jî karê xwe dikin û wiha dom kir: "Ez bi hêvîme hemû jin çanda xwe ya kevin careke din pêşbixin. Çi ji destê me were ji bo pêşxistina çand û kevneşopyên xwe divê em bikin. Di aliyê xwedîderketina çandê de rola jinê pir zêde ye."
(en/zt)