Turksell xwedî li kîjan kevneşopiyê dertê?
09:10
Medîne Mamedoglu/JINHA
AMED - Turkesella ku sponsoriya Enser Vakfê nekêşa bîlboardên "Em xwedî li kevneşopiyê xwe dertên" bal dikêşe.
Ensar Vakfiya ku bi istismara zayendî ket rojeva gel û di gelek daxuyaniyan de hinek kes 'piştgirî dan' û di heman demê de Turkesellê jî sponsora xwe venekişand. Ligel tevahî bertekan şîrket reklama xwe berdewam dike. Xîzmetên Raghandina Turkcell A.Ş derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got, "Ji bo pêşeroja zarokên xwe me heya roja îro îmze avêt gelek projeyan." Piştî vê daxuyaniyê dihat hêvî kirin ku li ser bertekên hatî fîrma sponsoriya xwe vekşîne, lê berovajî wê bîlboardên "Em xwedî li kevneşopiyê xwe dertên" û dirûşmeya "Em xwedî li axê xwe dertên" balê kişand ser xwe.
(dt/rc)