Komîteya Amadekar a Newroza Amedê hat binçavkirin

10:04

JINHA

AMED- 7 kesên di Komîteya Amadekar a Newroza Amedê de cih digirtin, vê sibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

7 kesên di Komîteya Amadekar a Newroza Amedê de cih digirtin hatin binçavkirin. Serokê Komîteya Amadekar û Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek, Endamê Dîwana Serokatiya KCD'ê Seydî Firat, Husnu Pervane, Parêzer Mahmût Çîfçî, Abdulganî Alakan, Ramazan Kaval û Ayşe Çelîkbîlek ên hatin binçavkirin şandin Muduriyeta Polîsan a Amedê.

Serdozgerê Komarê yê Amedê derbarê Newrozê de 4 lêpirsînên cihê dabû destpêkirin. Nehat zanîn ku mebesta binçavkirinan di vê baregehê de ye yan na.

(rc)