Li hember Nêçîra Pîrabokan têkoşîna akademîsyenan didome

13:38

JINHA

STENBOL - Têkoşîna bi rêxistikirî a akademîsyenên aştîxwaz yê li hember 'nêçîra pîrabokan' berdewam dike. Akademîsyenên ku piştgirî dan hempîşeyên xwe gotin, "Em dixwazin dewlet dev ji polîtîkayên xwe ên tolê û desthilatdariyê berde. Ji ber vê em ji bo hevalên xwe dest bi nobetê azadiyê kir.

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya ku dewleta Tirkiyê li Kurdistanê pêk tîne, akademîsyenên gotin "Em nabin hevkarê vî sûcê" hatin girtin. Hîndekar Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya, Alk. Doç. Dr. Esra Mungan û Doç. Dr. Kivanç Ersoy, hatin girtin. Akademîsyenên ku têkoşînê hempîşeyên xwe li derve didomînin, dest bi çalakiya nobetê kirin. Derbarê çalakiyê de Fîdan Eroglu û Denîz Yoncu nêrînên xwe parvekirin.

'Eger em dibêjin demokrasi, divê dexwazên me ên polîtîk hebin'

Ji akademîsyenan Fîdan Eroglu diyar kir ku piştî akademîsyenan gotin "Em nabin hevkarê vî sûcê" li ser fermana Serokomar hember gel tundî û polîtîkayê çewsaninê yê dijwar kete dewrê û wiha domkir, "Heya niha ji akademîsyenan sê kes hatin girtin. Esra Mungan xistin hucreyê yek kesî û destûr nayê dayîn hevdîtinê bi kesî re bike. Ev pêkanînên li welêt diyar dike ku tu bingehên hiqûqî ne mane. Divê mafên demokratîk li welat hebin ku gotûbêj û nêrînên cuda derkeve holê. Hebûna gel di nava çalakiyan de mafek xwezayî û hiqûqiye, lê di roja îro de ev azadî û maf ji holê hatî rakirin."

'Bila dewlet dev ji hestê tolhildanê berde'


Fidan dirûşmeya "Dibistanek veke û hezar girtîgeh bigre" bi bîr xist û got ku niha mirov ji ber fikre xwe tên girtin, rastî îşkence tên. Fîdan destnîşan kir ku ev ne rêbazên hiqûqîne berovajî wê ceza ketiye dewrê û wiah pêde çû, "Divê dewlet dev ji hestê tolhildanê berde. Gava ez di derbarê demokrasi û mafe mirovan difirim dibe dewlet li aliyê civakî de sazkar be, ne desthilatdariyê bike. Li hember polîtîkayê çewsandinê ji bo hempîşeyên xwe em li vir dest bi nobeta azadiyê dikin. Welat bûyê girtîgihêk ferih ji bo ku em ve bi guherin wêrin em dest bidin hev û têbikoşin."

'Tirkiye pêvajoyek dîroka tarî jiyan dike'

Akademîsyen Denîz Yoncu ragihand ku Tirkiyê hember civaka muhalif şerek giştî dide meşandin û got, "Akademîsyanan para xwe ji van êrîşan girt. Ev êrîş ne tenê li hember îfada azadiyê ye ji bo Akademîsyenan aştî xwest û dexwaza bila ev şer dawî bibe hat kirin. Êrîşên hember Kurdistanê em rexne dikin, êrîş bêdengkirin û çewsandine ev êrîş heya bi kude berdewam bike ne diyare. Tirkiye pêvajoyek dîroka tarî jiyan dike."

'Şer li hember xwe berxwedanê mezin dike'

Denîz anî ziman ku gorî ew dibîne dê ev dema tarî hîn jî berdewam bike û wiha dirêjî da gotina xwe, "Çiqas êrîş berdewam dikin jî, bloga hevparê muhalefet di nava têkoşîna xwe deye. Ev polîtîqayê êrîşkar û helisandin belavî gelek kesan bûye û konseptek şer heye. Lê hertim şer li hember xwe berxwedanê mezin dike. Em wek Akademîsyenan tiştê ku ji destê me tê em ê li hember vî şerî bi giştî ku dixwazin gel bedeng bikin û em ê hertim li cem civaka bindest cih bigrin."

(dt/rc)