Fadik Adiyaman 55 roj in di reva birçîbûnê de ye

13:44

JINHA

STENBOL - Fadîk Adiyaman (50) a dayika 2 zarokan a ji doza DHKP-C tê darizandin 55 roj in di greva birçîbûnê de ye. Fadîk a ku ji Girtîgeha Bakirkoyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hate kirin heta niha di hucreya yek kesî de tê girtin hate ragihandin ku rewşa tenduristiya wê her diçe xirabtir dibe.

Girtiya bi navê Fadîk Adiyaman (50) a dayika 2 zarokan a ji doza DHKP-C tê darizandin 55 roj in di greva birçîbûnê de ye. Fadîk a ku ji Girtîgeha Bakirkoyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hate kirin heta niha di hucreya yek kesî de tê girtin. Fadîk rojê dikare tenê 15 deqîqe derkeve hewşê, 24 saetan di bin tecrîdê de ye. Fadîk ji bo ku şert û mercên ku di tê de ye bê başkirin beriya 55 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Hate hînbûn ku rewşa tenduristiya Fadîk a ku di heman demê de tansiyona bilind pê re heye û nexweşa diyabetê ye her diçe xirabtir dibe, ji bevilê wê xwîn diçe, serê wê gêj dibe û madê wê li hev dikeve. Daxwaza Fadîke ji hucreya yek kesî derxistin û careke din birina Girtîgeha Bakirkoyê ye.

Boruyê Hiqûqa Gel têkîldarî rewşa Fadîk daxuyanî da û diyar kir ku rewşa muwekîlên wan her diçe xirabtir dibe, hêj tenduristiya wê zêdetir xirab nebûye divê daxwaza Fadîk bê bicihanîn û ji bo vê yekê têkoşîn bê dayîn. Boruyê herî dawî ev bangawazî kir: "Ji ber vê yekê em bang li hemû rêxistin, şexs û saziyên di qada mafên mirovan de dixebitin, rêxistinên ku ji bo mafên girtiyan dixebitin, baro, Yekîtiya Tabîbên Tirk, parlamenter, parêzer, hunermend, rewşenbîr, partiyên siyasî, komele, sazî û dezgehan dikin ku guh bidin daxwaza muwekîla me Fadîk Adiyaman û ji bo Wezareta Dadê û dewlet dev ji îşkenceyên xwe berde têbikoşin."

(rc)