Jinên girtî: Sazûmanê leşkerî dixwazin bidin rûnişkandin

15:05

JINHA

STENBOL - Jinên girtî ên Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di daxwaz nameya ku ji Komeleya ÎHD'ê ya Stenbolê re hatî şandin de hat diyar kirin ku li girtîgehê binpêkirina maf tê pêk anîn. Jinan gotin, "Li şûna hevdîtina vekirî sazûmanê leşkerî dixwazin bidin rûnişkandin. Roja Newrozê gava ku me agir pêxist, bi dehan gardiyan û midûr di destê wan de xortim hatin cihê bihênvedanê û êrîşê me kirin. Hevalên me hatin darpkirin."

Jinên girtî ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ji ber binpêkirina maf ên ku li girtîgehê pêk tê ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re daxwaz name şandin. Di daxwaz nameya ku di dîroka 23.03.2016'an hatî şandin de jinan daxwaza heyetek ya lêkolîn û çareseriyê kirin û wiha gotin demek dirêje ji aliyê rayadarên girtîgehê rastî binpêkirina maf tên. Jinan destnîşan kirin ku ew ligel binpêkirina maf rastî êrîşên fîîlî jî tên.

'Di hevdîtina vekirî de sazûmanê leşkerî dixwazin bidin rûnişkandin'

Di daxwaz nameya ku di dîroka 23.03.2016'an hatî şandin de hat diyar kirin ku girtî ji aliyê bi dehan gardiyan ve rastî tehdît û mudaxeleyan tên û wiha hat gotin, "Li şûna hevdîtina vekirî sazûmanê leşkerî dixwazin bidin rûnişkandin. Roja Newrozê gava ku me agir pêxist, bi dehan gardiyan û midûr di destê wan de xortim hatin cihê bihênvedanê û êrîşê me kirin. Hevalên me hatin darpkirin."

'Midûrê 1. Nedîm Elbîstan bingeha gotûbêjan ji holê radike'

Di daxwaz namê de hat destnîşan kirin ku ligel binpêkirina maf tê kirin muxatebê ku çareser bike jî ji holê hatî rakirin û wiha hat gotin, "Midûrê 1. Nedîm Elbîstan ya ku hatî qadê, bi tu aweyî destûr nade hevdîtinê û bingeha gotûbêjan ji holê radike. Ji ber vê em dexwaza heyetek lezgîn ji bo lêkolîn û çareserkirina pirsgirêkan dikin."

(rc)