Sembola windahiyan Emîne Ocak: Dê destên min li pêsira yên ku welat bi rêve dibin be
16:11
JINHA
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 574'emîn de aqûbeta Hasan Ocak ê ku di 1995'an de hate binçavkirin û piştre cenazeyê wî hate dîtin pirsîn. Dayika Hasan wiha got: "Dema ku ez bombeyên li kolanan diteqin dibînim dibêjim divê aştî bê. Dê destên min li pêsira yên ku welat bi rêve dibin be. Ez ê tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedim."
Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan di hefteya 574'emîn de li Qada Galatasarayê hatin cem hev û aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û qetilkirin pirsîn. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hasan Ocak ê ki di 21'ê Adara 1995'an de hate binçavkirin û piştre cenazeyê wî li nêzî gundê Dedeler a Beykozê hate dîtin pirsîn. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de jî pankarat "kiryar diyar in winda li kû ne" vekirin û tembûr, lênûst, qurnefîl û kasetên stranên ku Hasan guhdar dikir danîn ser pankartê. Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan jî tevlî çalakiyê bû. Çalakî bi strana "Hasan dagi" ya ku Hasan gelek jê hez dikir ve dest pê kir.
Edaleta ku 21 sal in nehat
Di çalakiyê de ewil birayê Hasan, Alî Ocak axivî û bi gotina "Em 21 sal in edalet û heqîqetê digerin. Lê li ser vî axê em hê jî zilmê dibînin. Em li ser riya birayê xwe li pey edalet û heqîqetê diçin" li hemberî pêknehatina edaletê nerazîbûn nîşan da. Piştre jî ji bo bîranîna birayê xwe helbest xwend.
Dayika Hasan, Emîne Ocak a ku ji ber nexweşxiya xwe tevlî çalakiyê nebû û name şand ji aliyê keşa wê Masîde Ocak ve hate xwendin. Masîde di nameya xwe de wiha got: "Êdî ez 80 salî me. Ji bo ku zarokên me bêgor nemînin 21 sal in têkoşîna mirovahiyê didim. Dema ku ez bombeyên li kolanan diteqin dibînim dibêjim divê aştî bê. Dê destên min li pêsira yên ku welat bi rêve dibin be. Ez ê tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedim."
Ji bo darizandinê gavên pêwîst nayê avêtin
Piştre parêzer Gulseren Yolerî axivî û bal kişand li ser bêadeletiya 21 sal in berdewam dike. Gulseren bilêv kir ku di doza Hasan de ligel ku delîl li holê ne jî ji ber îfadeyên bi nakok berovajî tên kirin, dozger ji bo darizandinê gavên pêwîst navêjin.
Piştî axaftinan ji dayîkên şemiyê Ayşe Yilmaz daxuyaniya hefteyê da. Ayşe hikûmeta AKP'ê ji ber êrîşên li pey hev çêdibin vexwend berpirsyariyê. Ayşe da zanîn ku AKP'ê rewşa şîdet û tirsê zêdetir dike. Ayşe bi bîr xist ku Hasan Ocak piştî ku hate binçavkirin cenazeyê wî piştî 58 rojan ligel hemû astengiyên dewletê li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hate dîtin. Ayşe got ku divê kesên wê demê peywirdar bûn bên darizandin û ew ê jî ji bo ku edalet pêk bê daxwaza xwe bidomînin.
Kesên ku tevli çalakiyê bûn piştî daxuyaniyê ji bo kesên ku di êrîşa bombeyî ya li Îstîklalê qurnefîl avêtin hewayê.
(rc)