Li Hesekê civîna danasîna sistema federaliyê pêk hat

16:26

JINHA

HESEKÊ - PYD'ê bi armanca danasîna Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê û nîqaşkirina rewşa siyas civîneke berfireh li salona Silko li taxa Xişman lidarxist.

Di civînê de endamê meclîsa damezrêner a Sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê Şahoz Hesen, endamên meclisa Hesekê û bi sedan jin amade bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê hate despêkirin, piştre Şahoz Hesen li ser rewşa Siyasî û armancên dewletên ku dixwazin tevlîheviyê di nava pêkhateyên heremê de pêk bînin nirxandin kir.

Şahoz axaftina xwe bi pîrozkirina îlana sîstema Federaliyê destpêkir û wiha got: "Ev gav bi vîna gel û yekbûna hemû pêkhateyên Sûriyê ve pêk hat. Ne wekî tê gotin ku ev proje ji bo parçebûna Sûriyê hatiye damezirandin, berevajî wê ev gav ji bo yekbûna hemû pêkhateyên heremê ve hatiye avêtin. Partiyên ku dibêjin me jî bi federaliyê bang dikir, niha piştî ragihandina federaliyê dibêjin ku ev federalî her kesî di nava xwe de nahewîne. Lê belê ji her kesî re jî ev yek zelal e ku hemû pêkhateyên di heremê de cihê xwe di vê projeyê de girtine û bi awayekî azad mafê xwe tînin ziman."

Şahoz axaftina xwe wiha dom kir: "Opozîsiyona derve ji bo xizmeta berjewendiyên hin dewletên ku piştgiriya DAÎŞ'ê dikin, kar dikin. Ji bo dewletên mîna Tirkiyê liv û tevgerê de ne. Lê bi saya têkoşîna qehreman û lehengan ku ji bo azadiya gel û welatê xwe canê xwe feda kirine, ev yek ji wan re naçe serî û hemû pêkhate bi hev re biryara rast ji avakirina Sûriya nû didin."

Şahoz Hesen rola jinê ya girîng a tevlîbûna Sîstema Federal da diyarkirin û got ku jin hêmanekî bingehîn e ji bo avakirina civakeke azad. Hesen di dawiya axaftina xwe de got ku Sîstema Federal Demokratîk li Rojava-Bakurê Sûriyê dê pêşeroja Sûriya nû diyar bike, ev piroje yekbûna hemû pêkhateyan û projeya herî baş ber bi Sûriya demokratîk û azad e.

Kesên beşdarî civînê bibûn jî axivîn û nêrînên xwe derbarê îlankirina sîstema federal parvekirin. Civîn bi pêşkêşkirina sinevizîyonekê a di derbara jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi dawî bû.

(ee/hs/rc)