Gelê Kobanê hember tecrîda girankirî daketin qadan

18:11

JINHA

KOBANÊ- Îro li Kantona Kobanê bi ermanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan bi însiyatîfa Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM'ê meşeke girseyî hate li darxistin. Di meşê de bi sedan welatî û tevayî saziyên kantonê amede bûn

Bi armanca şermezar kirina tecrîda girankirî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek girseyî li Kantona Kobanê hat li darxistin. Di meşê de alên YPG,YPJ,TEV-DEM û Kongira Star hatin rakrin û bi pankertên ''Em ê bi ruhê milîtaniya Apoyî tecirîdê bişkînin û bi ronahiya şehîdan tolê hilînin" , "Em tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin'' hatin hilgirtin. Meş ji Taxa kaniya Kurdan heya qada berxwedana jina kurd ya azad berdewam kir. Li qada ku peyîkera jina kurd hatibû daliqandin peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin piştî wê Hevserokê TEV-DEMê Mistefa Êto axivî. Mistefa di gotinên xwe de tecrîda girankirî bi tundî şermezar kir û got bi berxwedana gel ew ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê azad kirin.

Meş bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û tilîliya dayîkan bi dawî bû.

(rê/rc)