'Bi saya berxwedanê destana lehengiyê tê nivîsandin'
09:11
Ronîda Hesen Hacî/JINHA
TIL TEMIR- Hevseroka Meclîsa bajarê Til Temir Atûr Ishaq derbarê berxwedaniya Bakûrê Kurdistanê, YPS û YPS'ê-JIN de nirxandin kir.
Hevseroka Meclisa bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê Atûr Ishaq derbarê berxwedaniya li Bakurê Kurdistanê, YPS'ê û YPS-JIN de nirxandin kir. Atûr diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê êrîşên giran pêk hatin û got bi berxwedana gel tevahî pêrîş têk çûn û wiha got, "Wekî her kes dizane ku şoreşek bêhempa li Rojavayê Kurdistanê tê jiyîn, li hember vê şoreşê gelek êrîş jî pêkhatin, bi taybet ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve ku bi awayekî hov êrîşî nirxên civakê dikir û bênavber sivîl qetil dikirin. Ev êrîş ango komkujiyên ku bi destê DAÎŞ'ê pêk dihatin bi piştgirî û destekdayîneke heya dawiyê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve dihate û hîn jî tê kirin. Li beramberî vê hovîtiyê YPJ û YPG'ê têkoşîneke ne ji rêzê dan nîşandan, gelek dever jî ji destên wan hatin rizgarkirin."
'Bi saya berxwedanê destana lehengiyê tê nivîsandin'
Atûr destekdayîna Tirkiyê ji çeteyan re anî ziman û wiha dom kir: "Tirkiyê bi her awayî dixwaze ku berxwedaniya gel û taybet a kurdan têk bibe, ji ber wê destekê dide çeteyan. Bi taybet piştî rizgarkirina Kobanê, Girê Spî û heremên stratejîk ku vê dawiyê hatin rizgarkirin Tirkiyê êrîşên xwe bi alîkariya DAÎŞ'ê hîn zêdetir dike. Lê dîsa jî rastî berxwedana gel tê û bi bin dikeve. Ji ber ku nekarî armancên xwe di Rojava de pêk bîne berê xwe da Bakur û li wir polîtîkaya xwe ya qirêj didomîne. Ev 6 mehin ku Erdogan li ser sivîlan li Bakur komkujiyên hovane pêk tîne, malên wan hildiweşîne, di jêrzemînan de mirovan qetil dike û li ser bedena jinan jî tundî û tijiyeke heya dawiyê pêk tîne. Lê li wir careke din rastî berxwedana gel, YPS û YPS-JIN hat. Îro bi saya berxwedana wan çîroka lehengiyê tên nivîsîn, mixabin mirovahî îro li wir tê kuştin lê her kes li beramberî wê bê deng e."
'Berxwedana gel dê tevahî pîlanê êrîşkaran vala derxe'
Atûr da zanîn ku piştî vala derxistina pîlanên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Rojava û Bakur êdî berê xwe dide Ewropa û wiha pêde çû: "Êdî terorên xwe li wir bi cih dike û teqînan pêk tîne. Teqîna Birûkselê payîtexta Belçîkayê vê pîlanê diyar dike. Ew jî bi destê terorên dewleta Tirkiyê ya faşîst hate pêkanîn. Her wiha xewna Erdogan ew e ku dîroka bav û kalên xwe vegerîne û xwe bike qiralekî ku hemû heremê hikum bike. Lê bila baş bizane ku berxwedan û têkoşîna gelan wê hemû kiryarên wî bê bandor bihêle û van pîlanên wî vala derxîne."
Atûr di dawiya axaftina xwe wiha got: "Ez bawerim ku bi têkoşîna QSD'ê dê axa Sûriyê were rizgarkirin û terorên mîna DAÎŞ'ê û hevakrên wê ango dewleta Tirkiyê dê bi bin kevin û pîlanên wan dê vala derkevin."
(hs/rc)