Li Edenê xebatên atolya Jineolojiyê destpêkir
10:43
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Li Edenê xebatên atolya Jineolojiyê destpêkir. Xebata ku bi pêşangiya KJA yê destpêkirî wê her roja înê li atolyê bên nîşandan.
Hijmara 1'emîn a Kovara Jineolojiyê di 8'ê Adarê de giha ber destê xwendekarên xwe. Bi pêşangiya KJA yê xebatên Jineolojiyê hatin destpêkirin. Atolya pêşî li Egitim Sen'ê despekir. Xwendekarên Zanîngiha Çukurovayê û jinên kedkar jî tevlî perwerda Jineolojî bûn. Endema Komîsyona Jineolojî Ruşen Taşkiran di atoliyeyê de ser xalên giring ên divê bên destgirtin sekinî. Ruşen dazanî ku Jineolojî bi taybetî ji bo jinan girînge û wiha ragihand: "Çima zanîsta jinê pêwîst dibînin, çima ji dîrokê heya niha keda jinan nayê dîtin. Em Jineolojî ji bo van kêmayiyan nîqaş dikin. Divê jin qetandina xwe ya ji civaka xwezayî bibîne. Pewîste jin cardin parastina xwe bi destbixe."
'Jin wê bi Jineolojiyê re cardin bê cem hev'
Ruşen got ku ew jinê weke gelê hatî bişaftin dibînin û wiha berdewam kir: "Ji ber sedama jinê ziman, çanda û zanista xwe xistiye bin hişmendiya deshilatiya mêr de, ji bo jin cardin bi zanista xwe re were cem hev û bide jiyandin perwerde giringî bê dayîna Jineolojiyê. Jinan zanista xwe ya di dema xudawendan de hemû ji bîr kirine û ket bin pergala hişmendiya mêr. Ji bo em dîsa tiştên ku me wunda kirine bigirin divê em jin li dora Jineolojiyê bigihin hev."
Ruşen bibîrxist ku xebatên wan yên Jineolojiyê li Stenbol, Amed û Enqerê jî berdewam dikin û wiha gotinên xwe dawî kir: "Me biryara bi hevalên xwe yên jin re girtî, em ê wek atolya bajarên din rojên înê xebatên xwe di derbarê Jineolojiyê berdewam bikin."
(dt/zt)