Li Akademiya Mezopotamya siyaseta demokratîk tê dayîn

11:05

JINHA

QAMİŞLO - Di Akademiya Mezopotamya ya Zanistên Civakî de Beşa Siyaseta Demokrtîkve bû.

Li Akademiya Mezopotamya ya Zanistên Civakî de Beşa Siyaseta Demokratîk bi tevlîbûna saziyên civakî bi merasîmekê hatevekirin. 20 jinên ciwan bi giştî 40 kes tevlî yekemîn dewreya Akademiya Siyaseta Demokratîk dibin. Di merasîmê de ji rêvebera Akademiya Mezopotamya Nûjîn Dêrik axivî û armanca wan a vekirina beşa siyaseta demokratîk wiha anî ziman: "Em cara yekem beşeke wiha vedikin. Di perwerdeyên resmî yên dewletan de beşek bi navê siyaseta demokratîk tune ye. Îro tevlîbûna ciwanên Kurd di vê beşê de pêngaveke pir mezine. Heta niha di Akademiya Mezopotamya de beşê Dîrok û Civaknasî vekiribû. Niha jî piştî dû salan em beşeke nû ser zêde dikin."

Nûjîn destnîşan kir ku ew hînbûna siyaseta rast û pak pir giring dibînin ji bo wê pêwîstî bi beşek wiha li nava akademiya xwe dîtine û wiha dewam kir: "Em li vir bi exlaqeke rast xwe fêrî siyaseta rast dikin. Divê em bigihejên vê fikrê ku siyaset karê civakê ye. Siyaset ne karê desthilatdaran e. Ji ber vê yekê jî pewîstî hebû ku em beşa siyaseta demokratîk vekin. Em dixwazin bi vê beşê resiyaseta rast nas bikin. Emê wek ciwanên Rojava li ser mijara çawa siyaseta demokratîk bikin, nîqaş bikin û xwe bigihînin siyaseta rast a demokratîk. Divê bi vê beşê re em hîna bêtir civaka xwe nas bikin û pirsgirêkên civaka xwe çareserbikin. Ji ber van sedeman jî emê birihê ciwantî tevlî bibin û biciwanî ser bikevin. Ji bo civakeke exlaqî û polîtîk em hêzêdetir di vê xwe rêxistin bikin."

Piştî axaftina vekirinê, dewreya yekemîn waneya xwe li ser girîngiya perwerdeyê dît û piştî dawîbûna waneyê jî endamên dewreyê li hewşa Akademiya Mezopotamya li ber dengê mûzîkê govend girtin û vekirina Beşa Siyaseta Demokratîk pîroz kirin.

(gb-lç/zt)