Xelata taybet a jurî dan nûçegihana me ya girtî Bêrîtan Canozer
14:01
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Navên di 19'emîn Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe de xelat girtin diyarbûn. Nûçegihana me ya girtî Bêrîtan Canozer layêqê Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin.
Komîteya Xelatê ya Metîn Goktepe encamên 19'emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe diyar kirin. Juriya ku ji Ayşe Yildirim, Ayşegul Dogan, Celal Başlangiç, Fatîh Polat, Fehîm Taştekîn, Fîkret Îlkîz, Goksel Goksu, Hifzi Topuz, Jale Ozgerturk, Kamîl Tekîn, Mehveş Evîn, Nazim Alpman û Nevîn Sungur pêk dihat di beşa nûçeyên bi nivîskî û bi dîmen de dû nûçe laqiyî xelatê dîtin.
Xelatên nûçeyên nivîskî: Nûçeyên Diyanet û DAIŞ'ê
Nûçegihanê Bîrgunê Erk Acarer bi nûçeya xwe ya "Ji Diyanetê fetwa: Şehwet hîskirina bav ji keça xwe re heram nîne" ya di 18'ê çileya 2016'an de hate weşandin xelata nûçeya nivîskî wergirt.
Kemal Goktaş jî bi nûçeya xwe ya "Sînor bi emîrên DAIŞ'ê ve bi rêvebirine" ya di rojnameya Cumhuriyetê de di 22'ê Sibata 2016'an hate weşandin de xelat wergirt. Di nûçeyê de têkîliyên qirêj ên leşkeran û yên tevlî DAIŞ'î dibin dihat vegotin.
Xelatên nûçeyên bi dîmen: Cizîr û Sûr
Kameramanê ÎMC TV Refîk Tekîn bi dîmenên xwe yên ku di hefizeyan ma de xelata nûçeyên bi dîmen wergirt. Refîk Tekîn di 20'ê çileyê de li taxa Cûdî ya Cizîrê dema ku kesên ku bi ala spî ve diçûn mirî û birîndaran werbigirin dişopand bi gulebarana polîsan ve hatibû birîndarkirin. Di bûyera ku 10 sivîl birîndar bûn de Tekîn bi guleya ku birîndar bû kete erdê lê ligel vê yekê jî kamereya xwe negirtibû û dîmen kişandibû.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeya a Dîcleyê (DÎHA) Devran Topbaş jî di 28'ê Mijdara 2015'an de dema ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li Sûrê li ber Mînareya Çarling hate kuştin dîmenên ku kişandibû ve xelat wergirt.
Xelatên wêneyan: Cizîr û Rezan
Nûçegihanê wêne ya Agence France Press (AFP) Îlyas Akengîn li Cizîrê piştî ku di 1'ê Adarê de qedexe hate rakirin bi wêneyê ku li ber jêrzemînan kişandibû ya " Mirovahî di van jêrzemînan de ma" ve xelata wêne wergirt.
Rojnamegerê serbixwe Sertaç Kayar jî bi wêneyê ku di 14'ê adarê de li navçeya Rezan a Amedê kişandibû ya "Nêrînekî westiyayî ya li şer" ve xelat wergirt.
Xelata Rojnamegeriya herêmî: Zehmetiya sirgûnê
Ji rojnameya Korfez a Antalyayê muzeyyen yuce binûçeya xwe da 30'ê nîsana 2015'an de bi sernavê "zehmetiya sirgûnê" hate weşandin ve xelata rojnamegeriya herêmî wergirt.
Xelatên juriyê yên taybet jî dan Gerîdendeyê Giştî yê Weşanê ya Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar, Nûnerê Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul û Nûçegihana JINHA'yê Bêrîtan Canozer.
Kesên ku xelat wergirtin di 10'ê Nîsanê roja rojbûna Metîn Goktepe de dê xelatên xwe werbigirin.
(zt)