Ji pênûsa zarokan 'Nisêbîn li ber xwe dide'
14:11
JINHA
MÊRDÎN – Zarokên Nisêbînê bajarê xwe yê ku tê talankirin li ser kaxizê neqişandin. Zarokan di resmê xwe de ji tîmên ku êrîşî taxa dikin heta ji ramanên welatiyên Nisêbînê yên “Em taxên xwe naterikînin” bune pir.
Zarokên Nisêbîn a Mêrdînê ya ku 14 roj in li ber xwe dide li ser qaxizê neqişandin. Zarokên ku nav û temenên wan nehat zanîn berxwedana li Nisêbînê neqişandin. Zarokan bi pênûsên text li ser lênusekê neqşê ji êrîşên tîmên taybet heta taxên berxwedanê û peyamên gel hemû neqişandine. Zarokan di neqşa xwe de ji ramanên şêniyên taxan re bûne pir û ramanên wan di neqşa xwe de li ser tabelayekê nivîsîne. Zarokan li ser tabelayê “Em taxên xwe naterikînin” , “Nisêbîn li ber xwe dide” nivîsîne. Caridin li jorê kaxizê jî bi nivîsekî mezin “Em aşitiyê dixwazin” û “Gelê Nisêbînê tê qetilkirin” nivîsîne.
(kom/zt)