Li hember dorpêçan 'piştevaniya malbatan'
14:25
JINHA
AMED - Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava banga alîkariyê ji bo malbatên ku ji aliyê hêzên dewletê ve malên wan hatîn xirakirin û rastî êrîşê hatin kirin. Hevseroka Giştî a Komelê Zarife Ozbekli got: "Em ê bi vê helmetê ji malbatên ku goçber bûen re alîkarî bikin û lêçunên wan pêşwaz bikin. Ji bo wê bila hemu kes baldar be."
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava helmet ji bo malbatên Kurdistanê ku ji aliyê hêzên dewletê ve malên wan hatîn xirakirin piştgirî xwest. Banga ji bo welatên Avrupa û Tirkiyê piştgirî bidin malbatên Sur, Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê hat kirin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava Zarife Ozbekli got ku ew wek komele ji bo malbatan hemû pêdiviyên wek nivîn, zad, tişten taştê, cil, alevên sipî û tiştên paqijiyê di helmetê de kom dikin û li malbatan belav dikin.
Zarife wiha berdewam kir: "Me wek komele lazimiyên malbatan tesbît kirine. Pêdiviyên malbatan wiha ne; nivîn, qutê hişk, tişten taştê, cil, alevên sipî yên wek sarinc û pêdivî bi tiştên paqijiyê hene. Em li benda alîkariyêne, bila mirovên me hîn bêtir li kolanan nemînin û gelek malbat li gel mirovên xwe zehmetiyê dîkşînin. Divê em ji van malbatan re jî bibin deng. Bila gel bibe bersiva hewceyiyên malbatên ku ji şer maxdur bû in. Banga me ji gelê Tirkiyê û Avrupa ewe, bila xwedî li malbatan dervekin alîkarî bidin."
(dt/zt)