Li Tirbespiyê civîna gel

14:36

JINHA

TIRBESPIYÊ - Tevgera Civaka Demokratîk li gundê Xizna û Meşûq ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civîn lidarxist.

Ji bo nîdqaşkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dibistana gundê Xizna û Mala Gel a gundê Meşûqê bi amadebûna sedan kes civîn hat lidarxistin. Di civîna bideqeyek rêzgirtinê despêkir de nirxandinên ser têkoşîna gelê Kurd li hemberî pergalê dide hat nirxandin. Endamê TEV-DEM'ê Cahid Mîran li ser pêşketinên dawiyê yên rewşa siyasî ku li cîhanê û bi taybet li Kurdistanê diqewimin wiha axivî; "Bi van hemû pêşketinên heyî re ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin, ku bi vê yekê dixwazin vîna gelê kurd bişkînin. Divê hemû azadîxwaz ji bo bidawîkirina tecrîda ser Rêber Apo rabe ser piyan û vê yekê şermezar bike. "

Civîn bi sloganan bidawî bû.

(zs-fe/hs)