Li Şirnexê şerê taybet

16:07

JINHA

ŞIRNEX – Hêzên dewletê ku êrîşên qîrkirinê li ser Şirnexê dimeşînin û nikarin têkevin taxên berxwedanê, bi çapemeniya şer a taybet AA’yê re mîzansena şerê taybet pêşkeş dikin.

Hêzên dewletê ku êrîşên bi êrîşên qîrkirinê ya tanq û topan re ev 13 roje nikarin têkevin taxên berxwedanê de, carek dîn çapemeniya şerê taybet Ajansa Anadolu’yê (AA) xistin holê. Hêzên dewletê ji çapemeniya AA’re ji wesayîtên zirxî bi anonsên “Em ê alikariya we bikin, hewcehiyên we bicîh bênîn” mîzansena şerê taybet pêşkeş kirin. Piştî anonsan dîsa ji wesayîtên zirxî marşa mehterê hat vekirin. Wesayîtên zirxî yê li ser riya Çevreyolu’yê jî anonsên “Em ê alikariya we bikin. Dewlet bi were ye. Dewlet dê hemû hewcehiyên we bicîh bêne. Çawa Cizîr, Sur, Sîlopya û Hezex ji terorê hat paqijkirin, Şirnex jî de were paqijkirin” kirin û nûçegihanên AA’yê jî bi wan re anonsan qeydê dîmenkêşê kir.

Piştî anonsan nûçegihanên AA’yê jî bi wesayîtên zirxî siwar bûn û bi marşa mehterê re ji heremê çûn.

(kom/zt)