Şirnexiyan: Bila em di axa xwe de bimirin

16:07

JINHA

ŞIRNEX – Li hemberê êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê Şirnexiyên ku ji cih û warên xwe neterikiyîn bi gotina “Dewlet bi bombebaranê nikare me koçber bike, em dest ji axa xwe bernadin. Heger em bimrin jî bila em di axa xwe de bimrin” sekna xwe ya berxwedêr anîn ziman.

Şirnexiyên ku li ser êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê ji cih û warên xwe neterikiyîn û bi konên ku derdora bajêr vedayîn piştgirî didin berxwedana Şirnexê. Şirnexiyên ku li gundê Belmat’ê ya salên 90’î di encama bombebarana dewletê hatî şewitandin li hemberê polîtîkayên koçber kirinê jî berxwe didin. Yek ji yê li hemberê polîtîkayên koçber kirinê berxwe dide Reşît Sipkî ya 74 salî ku di salên 90’î j ili hemberê pergala cerdevaniyê berxwe dayî da zanîn ku ew li hemberê êrîşan ji axa xwe naterikin.

Reşît anî ziman ku ew ji salên 90’î ve polîtîkayên koçber kirinê xelas nebûne û wiha axivî: “Zilma dewletê tû caran ji ser me xelas ne bûye. Dewlet bombebaranê nikare me ji axa me koçber bike. Em ji axa xwe naterikîn. Em li ser vê axê ji dayik bûne û em ê li ser vê axê bimirin. Em tû derê ve jî naçîn. Ax yê me ye welat jî yê me ye.”

Welatiyê bi navê Mehmet Çapar (51) jî diyar kir ku êrîşên hikumeta AKP’ê veguherandina êrîşên salên 90’î ne û bertek nîşanê polîtîkayên hikumeta AKP’ê ya li ser gelê kurd da. Mehmet da zanîn ku ew dê li hemberê polîtîkayên koçber kirinê her tim tebikoşin û bi van gotinan bang li cerdevanên li hember gelê xwe şer dikin kir: “Dive cerdevan dest ji xwîna birayên xwe rijandinê berdin. Bila çekên xwe dênin û li cem gelê xwe cîh bigrin. Bila dest ji qetilkirina gelê xwe berdin.

(kom/zt)