Meclîsa Gel a Şirnexê: Silav ji bo hemû berxwedêran

16:10

JINHA

ŞIRNEX – Hevserokên Meclîsa Gel a Şirnexê ku di nava berxwedana Şirnexê de cîh digirin tekîldarî berxwedana Şirnexê axivîn û bi van gotinan bang li gelê Botanê kirin: “Divê dagirker baş bizanin, di vî şerî de em serkeftin. Serkeftina me dê bibe pêngava Kurdistana xweser. Divê gelê me axa mirinê ji ser xwe rake û ji her deverên Kurdistanê ber bi Şirnexê ve bimeşin û li berxwedana dîrokî xwedî derbikevin.”

Êrîşên qîrkirinê ya hêzên dewletê ya li hemberê vîna gelê kurd li Şirnexê di roja 13’an de berdewam dike û li hemberê êrîşên hêzên dewletê li Şirnexê berxwedana bibiryar didome. Hevserokên Meclîsa Gel a Şirnexê Ûmran Yîgît û Ayşe Çîftçî yên di roja 13’an a berxwedanê Şirnexê de cîh digirin têkildarî berxwedana didin meşandin daxuyanî dan. Di daxuyaniya hevserokan a hevpar de hat diyarkirin ku li hemberê êrîşên hêzên dewletê ya bi hemû çekên giran li ser Şirnexê, vîna Şirnexê ya mezin berxwe didin.

Hêzên dewletê tû pêşketin bi dest nexistin

Hevserokên Meclîsa Gel dan zanîn ku bi 7 taxên berxwedanê re 12 taxên di bajêr de şerê bivîn tê meşandin û wiha gotin: “Hêzên dewletê tû pêşketin bi dest nexistin. Li ser berxwedana bibiryar hêzên dewletê zorî paşveçûyînê bûn. Hêzên parastinê û gelê Şirnexê bibîryardariyek mezin berxwe didin. Ji ber vê yekê Botan tû caran nakeve.”

‘Berxwedana Gever û Nisêbîn silav dikîn’

Hevserokên Meclîsa Gel gelê Botanê daxwazê beşdar bûyîna şerê vînê kir û wiha domandin: “Li hemberê êrîşên hêzên dewletê, li Gever, Nisêbîn û Şirnexê berxwedanek mezin tê meşandin. Em berxwedana hêzên parastinê û gelê kurd silav dikin.”

‘Em şopdarê Pakîze, Mehmet û Asya ne’

Hevserokên Meclîsa Gel bi gotina “Em şopdarê berxwedêrên Cizîr, Sîlopya û Sur’ê ne” anîn ziman ku ew bi kevneşopiya tekoşîna Kurdistanê berxwedanê dimeşînin û wiha domandin: “Dive gelê me baş bizane. Em ê her tim şopdarê rêhevalên xwe yên berxwedêr Pakîze Nayir, Mehmet Tunç û Asya Yûksel in û em tû caran paş gav navêjîn.”

‘Divê gelê Botanê xwedî li berxwedanê derbikeve’

Hevserokên Meclîsa Gel di daxuyaniya xwe de banga xwedî derketina berxwedana Şirnexê gelê Botanê kir û wiha axivîn: “Dive dagirker baş bizanin, di vê şerê de em serkeftin. Serkeftina me dê bibe pêngava Kurdistana xweser. Dive gelê me axa mirinê ji ser xwe rake û bizanin ku dagirker ji niha ve binketine. Taybetî gelê Botanê, Qileban, Basa, Cizîr, Sîlopya ji her deverên Kurdistanê ber bi Şirnexê ve bimeşin û berxwedana dîrokî xwedî derbikevin.”

Hevserokên Meclîsa Gel herî dawî gotin ku dive ji her çar aliyan ve ber bi Şirnexê ve meş were lidarxistin û axaftina de banga xwe dubare kirin û wiha axivîn: “Gelê me derdora Şirnexê dorpêç bike, ji Cudî, Gabar û Besta’yê ve ber bi Şirnexê ve bimeşin. Ji hemû berxwedêran re hezar silav. Bi ser ketin yê me ye.”

(kom/zt)