Kongra HDP'ê ya Colemêrgê hat lidarxistin
16:34
JINHA
COLEMÊRG - Li Colemêrgê 1'emîn Kongreya HDP'ê a awarte hat lidarxistin.
Li Colemêrgê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)'ê 1'emîn kongreya xwe ya awarte pêk anî. Kongre li otogarê bi tevlîbûna 219 delegeyan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Giştiyê HDP'ê Selehattin Demirtaş, Parlementera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgeç, Dayikên Aştiyê, Rêveberên DBP'ê û HDP'ê, KJA û gelek welatî tevlî kongreyê bûn. Di serî de Endamê PM ya HDP'ê Dogan Akbaş diyar kir ku her kongreyên HDP'ê bi kelecanek cuda tên li dar xistin û got ku her çiqas niha li Tirkiyê komkuji pêk bên ji gel dê biberxwedanê bersivê bide komkujiyan.
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî da zanîn ku hikumet ji aşitiyê ditirse û wiha axivi; "Wek çiyayê simbil em ew qas bi kelecanin ji ber ku ez niha li hemberî wî me pir bi keyfxweşim. Em di rojên awarte de kongreya xwe ya Colemêrgê lidardixin. Li ser wehşeta hikumeta AKP'ê em niha kongreya xwe pêk dinin. Hikumeta AKP'ê her tim bi komkujiyan xwest gelê kurd têk bibe, lê em partiya gelan HDP her tim bû partiya mazlum û bindestan. HDP'ê rayên herî zêde li Colemêrgê girt. HDP xwe weki partiyek Tirkiyê da nasîn, lê hikûmetê bi zimanek nijadperest xwest partiya gelan têk bibe, hêza wan têra têkbirinê nekir."
Selahattin wiha berdewam kir; "Me her caran maseya muzakereyê pêk ani û me her tim destê aşitiyê dirêjî Hikumeta AKP'ê kir, lê wan çikir maseya Muzakareyê xira kir. bi partiyên muhalefetê CHP û MHP'ê nişana fermana komkujiyan dan, destê aşitiyê negirt. Hikumeta AKP'ê wisa di zane ku Kurdistan gava ku xist bin dorbêça xwe û komkuji kirin ewê rayên xwe zêde bikin lê ew di riya xetere dene. Wek we li Cizir, Sûr û Nisebinê dit ku berxwedana gel qezenc kir. niha zulm ji heye zilimkar ji heye raste lê em ji xweda zêdetir ji keseki na tirsin. Li hemberî şer berxwedan meşruye, mafek mirovahiye."
Selahattin balkişand ser bûyera Karamanê û wiha domand; "Li Karamanê 45 xwendekar ji aliyê kesê ku digot mamoste ve hatin tecawîzkirin. Gelo ev çi welate ku hatiye vê astê hikumet û wezirê hikumetê ji bo ku vê bûyerê veşêre radibin van kirinên li diji ruhê jiyanê meşrû dikin. Ew qas siyasetek bê ehlaq li Tirkiyê tê meşandin."
Piştî axiftina Selahhatin li salonê dirûşmeyên "Biji Berxwedna Geverê" hatin birez kirin. Hevserokên HDP'ê ên nû Evîn Konur û Metîn Besî hatin hibijartin.
Kongre dawi bû.
(zyd/zt)