Li Şirnexê êrîşên giran

18:14

JINHA

ŞIRNEX – Di êrîşên hêzên dewletê ya li hemberê Şirnexê de ji saetên êvare ve hat girankirin, taxa Bahçelîevler bi giranî tê topbaran kirin û taxa Dîclê jî pevçûnên dijwar diqewimin.

Di çarçevoya êrîşên qîrkirinê hikumeta AKP’ê de êrîşên hêzên dewletê ya li hemberê Şirnexê di roja 13’an de bi giranî didome. Êrîşên hêzên dewletê ku ji saetên êvarê ve li ser taxên Bahçelîevler û Dîclê hatî giran kirin bi pevçûnên dijwar re didome. Tanqên ku li bargeha tîmên taybet Gûmûştûpe û yê li herema Sîn û Ber a li hemberê taxa Bahçelîevler hatîn bicîhkirin, taxê bênavber topbaran dike. Bi topbaranê re êrîşên bi hewanan û obûsan jî berdewam dike. Li taxê di encama êrîşên giran de gelek avahî hilweşiya û di gelek avahiyan de jî şewat derket.

Bi pevçûnên hêzên dewletê re li ser êrîşên giran di navbera hêzên dewletê û hêzên YPS/YPS-JIN de pevçûnên dijwar li taxa Dîclê jî diqewime. Di encama pevçûnan de hê jî tû agahiyên derbarê kuştî û birîndaran de ne hat bidestxistin lê tevgera ambulansan li ser taxê tê jiyîn. Ambulansên ku ji taxê vegeriyan bi lezgînî ber bi Fermandariya Tûmenê ve çûn.

Hêzên dewletê ku nikarin têkevin taxan, ji wesayîtên zirxî taxên berxwedanê gule baran dikin.

(kom/zt)