'Piştevaniya li gel Bêrîtan deyînê situyê me ye'

09:00

Habibe Eren/JINHA

ENQERE - Di derbarê 1'emîn runiştina doza nûçegihana me ya bi hinceta 'kelecane' 3 mehin girtiye Bêrîtan Canozer li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin de jinên rojnameger peyama piştevaniyê weşandin. Jinan gotin; "Piştevaniya li gel Bêrîtan û hempîşeyên xwe deyînê situyê meye."

Dê yekem runiştina doza nûçegihana me Bêrîtan Canozer a ku di 16'ê kanûnê de dema ku nûçeya protestoyên ji bo dorpêç û êrîşên ser navçeya Sura Amedê dişopand bi hinceta 'bikelecane' hatî binçavkirin û paşê jî bi hinceta 'alîkariya rêxistinê kiriye' hatî girtin û 3 mehe di girtîgehê dene li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Jinên rojnamegerên Enqerê ji bo hempîşeya xwe Bêrîtan Canozer a "bikelecan" peyama piştevaniyê weşandin.

'Beritan tam 116 rojin girtiye!'

Nûçegihana Evrenselê Ekin Saltık, diyar kir ku dê di roja 29'ê Adarê de şopdarê dozêbin û wiha domand: "Jinek rojnameger a di nava şertên şer û êrîşên deshilatiya mêr de bifikirin. 116 rojin bi hinceta kelecanbûye Bêrîtan girtiye. Piştevaniya bi Bêrîtan û jinên rojnameger re deyînê situyê meye. Rojnamegerek bikelecan ne suce. Ji bo ku em bidin bihîstin ku rojnamegerî ne suce emê bi her awayî doza Bêrîtan bişopînin."

Nûçegihana İmc TV yê Ceren Bayar, jî bilêv kir ku ji ber Bêrîtan Canozer bûye dengê jin, zarok û hemû sivîlên Amedê ji bo wê bibêmafî hatiye girtin û wiha berdewam kir: "Di van rojan de emê ji bo çî xemgîn bibin em jî şaşwazmane, ya me li ser lingan dihêle piştevaniya hev kirine. Di vê cîhana xirab de bi hêviya derketina hevalên xwe em li piyan dimînin. Dê dîrok ne yên Bêrîtan girtî wê bi xwe binivîse."

Nûçegihana DİHA yê Nimet Olmez jî wiha axivî; "Em hemû jinên rojnameger di vî pîşeyî de bi qasî Bêrîtanê bikelecanin! Rojnamegeriya jinan bi qasî wêneyên bazara koleyan a Efriqayê yên wênevan Lisa Kristine kêşayî giringe. Xeta ku ji bo jinê diyarkirî ti girtin û sînoran nasnake. Ev li hemberî azadiya çapemeniyê û hemû normên gerdunî suce. Ji ber em dizanin bêhiquqiya li hemberî Bêrîtan û jinên dinê yên rojnameger dikin parçeyek ji şer û qirkirinên Kurdistanê ne."

(zt)