Xwendekarên Zanîngiha Dîcle ji bo Surê ketin nava hewildanan

09:02

JINHA

AMED - Xwendekarên Zanîngiha Dîcle yê ji bo welatiyên ku bi zorê ji malên xwe yên nava Surê hatin derxistin helmeta alîkariyê dan destpêkirin. Xwendekaran diyar kirin ewê hertim li cem gel bin û banga alîkariyê kirin.

Xwendekarên Zanîngiha Dîcle ji welatiyên ku ev çar mehin li navçeya Sura Amedê malên wan dibin dorpêçên hêzên dewletê den in ji bo piştgiryê helmeta alîkariyê dan despêkirin. Alîkarî wê li ber Fakulta Huquq a Zanîngiha Dîcle bên kom kirin û wê li malbatên ku pêdîviya wan heye bên belav kirin. Xwendekaran ji bo zarokên Surê alîkariya pirtûkan dan destpekirin û di derbarê helmata ku dan destpêkirin de agahî dan. Ji xwendekaran Komîna Huquq a Navenda Ciwanên Arî Meral Halat anî ziman ku wan ji bo pirtûkxana xwe parkin û wiha lê zede kir: "Wê pirtukên me hefteyan were li ber fakulta zanîngihê bên nasîn, ji bo piştgiriya zarokên Surê pirtûk bên kom kirin û li wan belav bikin. Bila hemu kes piştgiriyê bidin helmeta me dayî despekirin."

Xwendekara Fakulta Huquqê ya Zanîngiha Dîcle Meral Halat ragihan ku ew li ser facebookê navê lîsta pirtûkan pardikin û wiha berdewam kir: "Yê pêdiviya wan bi pirtûkan hebe û yên dixwazin alîkariya pirtukan bidin bila bi me re bikevin nava dan û standinan. Pirtûk wê ji aliyê me vê li zarokan bên belav kirin. Heya niha 72 pirtûkên me hatin kom kirin. Di roja pêşî de eleqa ji bo helmete em keyfxweş kirin. Em di baweriya ku zanebûn bila ji pol û rafikên bi toz derkevin û ew agahî li bexçê zanîngihê belav bibin. Ji ber hemu qadê zanîngihe xwendekarin. Di heman demê de ji bo zarokên Sur û Cizîr wê helmetên me yên komkirina lîstikan berdewam bikin. Ev lîstokên komkirî wê ji hemu zarokên dibin dorpêçan de re werin şandin.

'Hêviyên me ewe ku zarok li kolanên azad bilîzin'

Meral got ku ewê hertim li cem gelê xwe cih bigrin û wiha dom kir: "Em dixwazin bi van helmetan bibin hêviyek ji wan zarokan re. Hêviyên me ewe ku zarok li kolanên azad bilîzin û jiyanek azad bijîn." Meral bibîrxist ku dibe hemu xwendekarên zanîngihê bibin parçeyek helmetê û alîkarî bidin.

(dt/zt)