2. Mîhrîcana Şanoya Kurdî destpê kir
10:55
JINHA
QAMŞLO- Li bajarê Qamişlo 2. Mîhrîcana Şanoya Kurdî bi coşek mezin duh despêkir û dê heya 3'ê Nîsanê berdewam bike.
Tevgera Çand û Hunera Demoqratîk li Rojavayê Kurdistanê 2. Mîhrîcana Şanoya Kurdî da despêkirin. Mîhrîcan ji 27'ê Adarê hetanî 3'ê Nîsanê wê bi dirûşmeya 'Li ser dîka Şanoyê Jiyaneke Azad ava dibe' bidome. Di yekemîn roja Mîhrîcan de saziyên sivîl, nûnerên TEV-DEM'ê, herwiha bi sedan kes bi coşeke mezin tevlî bûn. Di Mîhrîcanê de wê 15 şano werin pêşandan. Axaftina vekirina Mîhrîcanê ji hêla komîta amedekar û hevseroka TEV-ÇAND'ê Kîfah Colî va hate kirin. Kîfah di axaftina xwe da bal kişand ser şanogerên Kurd yên pêşeng û li ser girîngiya şanoyê rawestiya.
'Çand bingehê jiyana mirovahiyê ye'
Di berdewama mîhrîcanê de endama TEV-DEM ê Henîfe Hisên axivî. Henîfe da diyarkirin ku "Çand bingehê jiyana mirovahiyê ye, ger di civakekê de çand tunebe, ew civak nikare xwe li ser piyan bigire û xercê bingehîn yê ku dihêle jiyan bidome jî çanda gelan e." Henîfe axaftinên xwe wiha domand, "Ya ku hiştiye çanda şano di nava civaka Kurdan de xurt bibe, bê guman kesên wek şanogerên mezin Şehîd Yekta Herkol, Rêzan û Zerdeşt in. Ew bûn bingehê xurtkirina şanogeriya Kurdî."
Di berdewama mîhrîcanê de wezîrê çandê Ednan Birahîm û Mamoste Abdurehman jî li ser girîngî û wateya şanoyê axivîn. Piştî axaftinan ji milê endamên TEV-ÇAND'ê ve kurte jiyana şanoger Yekta Herekol hate xwendin û ji bo bîranîna sê şanogerên jiyana xwe ji dest dane, sînevîzyonek hate pêşandan.
Mîhrîcan bi kûrte şanoyek ku endamên jin ên TEV-ÇAND'ê amade kiribûn domiya. Piştre stranên koma ş. Mizgîn jî rengek cuda da mîhrîcanê. Her wiha di Mîhrîcanê de di beşa pêşengeha wêneyan de wêneyên wênesaz Hisên Elî rastê eleqeyeke mezin hat. Di dawîya yekemîn roja mîhrîcanê de şanoya bi navê 'Evîna Welat' hate pêşkêşkirin. Mijara şanoyê serpêhatiyên jiyana Kurdan û derketina şoreşgertiyê bû. Di dawiyê de ji temaşavanan nêrîn hatin girtin û rexne û pêşniyarên wan ên li ser şanoyê yek bi yek hatin guhdarkirin.
(lç-bs/rc)