Cejina Fesîh li Til Temir hate pîroz kirin
11:02
Adar
28
/ 2016
JINHA
TIL TEMIR - Aşûrî ji bo pîrozkirina Cejina Fesîh berê xwe dan dêr û îbadeta xwe kirin.
Aşûriyên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê duh, piştî 50 rojan girtina rojiyê, ji bo pîrozkirina Cejina Fesîh çûn dêrê û li wir îbadeta xwe ya olî bi cih anîn. Li wir Papaz bi hinek ji vexwarin (şerap) û nanê hişk rojiya wan vekir. Bi kêfxweşiya pêkanîna ferza xwe ya olî, piştî îbadetê cejin li hev hate pîrozkirin.
(rh/hs/rc)