Gelê Surê: Heya dawiyê emê li ber xwe bidin

12:06

JINHA

AMED - Gelê Surê gotin ku ewê li hember biryara AKP'ê ya xirakirina xaniyan bisekinin û gotin: "Ger hewce bê heya em bimrin jî em dev ji malên xwe naqerin û naçin. Dixwazin bi pere jiyana me bikirin, lê em jiyana xwe na firoşin. Heya hêza me heye em ê li hember wan bin."

Dewlet li navçeya Sura Amedê dorpêç û derketina kolanan qedexekirinê berdewam dikin, mal, çand û mirata kurda taru mar dikin. Welatî ji malên wan bi zorê hatin derxistin û malên wan talan kirin. Di rojên dawî de bi qamyonên girêdayî DÎSKÎ di nav tiştên ku tavêtin ber Çemê Dîcle de parçeyên mirovan derdiketin. Rojên şer berdewam dikir, Serokwerzîr Ahmet Davutoglu di derbarê Surê de mînaka 'Toledo' da û got ewê Surê bikin wek cenetê. Çiqas qedexe bi dawî bû lê hin jî ev nezî çar heyvane ku Sur dibin dorpêçê dene. Dewleta tirk bi lezgînî li parlementoyê di derbarê Surê de biryara 'Bila Sur û Cizîr bibe malên dewletê' derbaskir. Piştî ku biryar di rojnema de hat ragihandin hêzên dewletê ketin nava hewildanan û li Surê desbi xirakirina xaniyan kirin. Gelê Surê ji 7'ê heya 70'ê salî li hember biryara deweletê derketin û gotin; "Em ê tucar malên xwe ternekin."

'Heya roja dawî ezê li berxwe bidim'

Hatice Karadeniz a ku li Taxa Îskenderpaşa ya Surê 20 sale dijî û wiha axivî: "Ez ji Surê pir hez dikim. Em ê malên xwe teslîmî dewletê nekin. Bila vê zanibin, em tucar dev ji malên xwe bernadin. Em mal, dikan û taxên xwe ji wan re nahêlin. Ev der taxa meye, em ê tucar dev ji jiyana xwe bernedin. Nebe em ê wî çaxî derkevin kolanan û şerbikin. Çi bibe bila bibe em tucar dev ji taxên xwe bernadin.

'Ez 90 salî me û min livir jiyan kiriye, ezê livir bimrim jî'

Welatiyek din ê 90 salî Alî Altun dazanîn ku ew heya dilopa xwîna xwe ya dawî wê li berxwebide û mala xwe nede dewletê û wiha domand: "Min bukjin jî ez dev ji mala xwe bernadim. Eger pewist bê ezê şer bikim û heya dilopa xwîna xwe ya dawî ezê li berxwe bidim, lê dîsa dev ji taxan bernadim. Ew qas bombe bi ser min de hat, lê min dîsa dev ji mal û taxa xwe berneda. Ma ezê ji bo hikumta tirk derkevim? 90 salin min li Surê jiyan kir ezê livir bimrim jî."

'Ez naxwazim ji Surê pêde biçim deverekedin'

Li Surê ne tenê jin û yên temenê wan mezin di farqa şerdene di heman demê de zarokên biçuk jî di nava berxwedanê de nin û zaroka 11 salî A.G jî wiha anî axivî: "Ez naxwazim ji Surê herim. Em li vir bi hevalên xwe re diğerin û dilîzin. Çima taxên me ji me distînîni? Ez bêriya hevalên xwe yên çun û yên hatin qatilkirin dikim. Lê em dev ji jiyana vir bernadin. Wek gava dayîka min li televîzyonê temaşe dike dibejê 'Ez bimrim jî ezê dev ji taxa xwe bernedim.' Ez jî heman tiştî dibêjim. Ger Surê ji destê me derxin em ê bi kuve herin? Ez ji Surê pêde naçim deverek din jiyan nakim."

'Dixwazin bîranîn û jiyanên me bikirin'

Sevcan Erzen ya esnafên Taxa Alî Paşa got ku ji xwe hatin di mala wan de bombe teqandin, mal xistin qaraqol û dom kir: "Em ê ji bo mal û taxên xwe heya dawî li berxwe bidin. Em ê xwestekên wan neyînin cih. Hewce be em ê bimrin, lê dîsa dev ji taxên xwe bernadin. Dewlet dixwaze me ji malên me derxin. Dixwazin bîranîn û jiyana me bi pera bikirin. Lê heya hêza me heye, em ê li ber xwe bidin û em ê li hember vê biryara dewletê derkevin."

(dt/zt)