Gotubêja sereke ya Rojava sîstema Federal e

13:24

JINHA

TIL TEMIR - Li bajarê Til Temir bi armanca danasîna Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê civînek hat li darxistin û bi dehan jin tevlî bûn.

Piştî îlnakirina sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê nîqaş û nirxandin li ser sîstema federal bêtir bûye. Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevalîbûna hêjmarek mezin a jinan civînek hate li darixistin. Civîn ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Dozdar Hemo ve hat bi rêvebirin. Dozdar îlankirina biryara sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê wek çareserkirina aloziyê Sûriyê binav kir got: "Ev sîstem ne ji bo parçbûna gelan e, ji bo avakirinê ye."

Derbarê mijarê de jina Ereb Efaf Mihemed jî wiha got, "Em pir kêfxweşbûn bi îlankirina biryara sîstema fedrala Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê. Ev gavek pir girîng e, ji bo hemû pêkhateya bi hev re bi awayeke demokratîk û wekhev bijîn." Her wiha Eyşe Mihemed jî wiha got, "Di pir welatan de ev model tê meşandin. Em jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe sîstema federal guncav dibînin." Eyşe di dawiyê de biryara îlankirina sîstema federal li tevahiya gelên herêmê û bi taybet li jinan pîroz kir.

Civîn bi pirsê jinan û gotûbêjên girîng bi dawî bû.

(rî/hs/rc)