'Em ji bo Bêrîtan û hemû rojnamegerên girtî banga tevlî runştina dozê bûnê dikin'

13:26

JINHA

AMED - JINHA, OGC û ekiba Nobeta Nûçeyan ji bo tevlîbûna doza nûçegihana me Bêrîtan Canozer a ku sibê dê li Dadgeha Amedê bê dîtin bang li herkesê kirin û gotin; "Ji bo heqîqetê emê bi kelecan tekoşînê berdewam bikin."

Ji bo tevlîbûna runiştina doza nûçegihana JINHA yê Bêrîtan Canozer a ku dê sibê li Dadgeha Amedê bê dîtin JINHA, Cemyeta Rojnamegerên Azad (OGC) û ekiba Nobeta Nûçeyan civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civîna çapemeniyê ya li JINHA yê hat dayîn de despêkê Dilan Karamanoglu mafê axaftinê girt. Dilan diyar kir ku wan bi diruşma "Em zimanê mediyayê diguherin. Piştî me êdî dê mediyaya cîhanê weke berê nemîne" di 8'ê Adara sala 2012'an de gava despêkê avêtine nava cîhana medyayê û hemû xebatkarên wan jinin û got: "Ji ber ku em jinin li herêmê nûçegihanên me zêdetir rastî tindiyan tên û dibin hedefa polîsan. Bi hinceta wêneyên Arîn Mîrkan parkiriye nûçegihana me ya Wanê Vildan Atmaca hat girtin. Piştî û Vildan hat berdan vêcarê nûçegihana me ya Wanê Rojda Oguz hat girtin. Di nava kolanan de nûçegihanên me bi înfazan tehdîd dikin. Li Cizîrê di dema qedexeya derketina kolanan de nûçegihanên me çun ketin nava taxên şer lê giran, di nava şer de nûçegihaniya aştiyê dikirin. Li wê bi dehan caran nûçegihanên me gulebaran kirin. Mala ku lêdiman ji ber bombebaranê vegerandin xirabeyan."

'Bi talokeyên mirinê em nûçeyan çêdikin'

Dilan li deverên dinê yên weke Farqîn, Sur, Silopî, Nisêbîn û Dêrikê jî di nava qedexe û êrîşan de xebatên hevalên wan ên nûçegihan bibîrxist û wiha domand: "Em weke JINHA em nûçeyên girêdayî jinê di nava cîhana serdestiya mêran deshilat de bingeh digirin û di nava şer de bi îsrar nûçegihaniya şatiyê dikin û emê vê xebata xwe berdewam bikin. Di 24'ê gulanê de jî dema ku Bêrîtan diçu malê bi gotinên 'ji kêşana benê we re kêm maye, bisekinin' hatibû tehdîdkirin. Di 16'ê kanûnê de jî bi hincetên 'kelecaniye' ji nava şopandina nûçeyê girtin û birin. Ev rewş asta hiquq gihayê nîşan dide. Ji xwe êrîşên ser çapemeniya azad ne nû ne. Li gel hemû êrîşan jî xebatên me berdewam dikin. Berî niha parkirinên ser Facebookê yên nûçegihana me Vildan Atmaca jî hincet nîşan dan û girtin. Paşê jî Bêrîtan û Rojda Oguz girtin."

Dilan balkişand ser sirgunkirina Bêrîtan û wiha berdewam kir: "Dewleta ku ew sirgun kirî, nehêla ew beşdarî doza xwe bibe. Li hember hemû êrîşan emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Em bi kelecanin û emê kelecana xwe berdewam bikin. Nûçegihanên kelecana xwe windakirî hemû tiştê xwe windakiriye. Me kelecana Bêrîtan dewir girtiye. Emê serî li hember tehdîdan netewînin. Emê ji bo heqîqetê bi kelecan tekoşîna xwe berdewam bikin. Berî 5 sala JINHA bi diruşma dewleta mêran çî bêje bê fikirîn hat avakirin. Emê nivîsîna heqîqetê berdewam bikin. Em niha kelecana Bêrîtan dewir digirin. Em bang li her kesê dikin beşdarî runiştina doza Bêrîtan a ku dê sibê saet di 10.10'an de li Dadgeha Amedê bê dîtin bibin."

'Emê bêjin rojnamegerî nesuce'

Piştî Dilan rojnamegera serbixwe a hatî Nobeta Nûçeyan Kumru Başer jî got: "Ji ber dixwazin li navendên şer rastiyan veşêrin despêkê rojnamegeran hedef digirin. Ji ber dixwazin ser mediyayê bigirin nûçegihanên weke Bêrîtan Canozer bikelecan, weke Refik Tekin cesur, weke Nedim Oruç bi îsrar û weke Ferat Mehmetoglu hedef girtin. Ji bo ku ev tevlî nava hemû xebatkarên çapemeniyê bibe em hatin Nobeta Nûçeyan." Kumru da zanîn ku ji bo ew bêjin 'rojnamegerî suc nîne' ew hatin û ewê di kesayeta Bêrîtan de ji bo hemû rojnamegeran azadiyê bixwazin.

'Niha 32 rojnameger girtîne'

Paşê jî ser navê OGC Kubra Soylemez jî bilêv kir ku niha 32 rojnameger girtîne û ewê di kesayeta Bêrîtan de ji bo hemû rojnamegerên girtî azadiyê bixwazin.

(zt)