Gelê Rojava Fermandarê PKK'ê Mahsûm Korkmaz bi bîr anî

15:29

JINHA

DIRBÊSIYÊ - Bi armanca bîr anîna fermandarê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) li bajarê Dirbêsiyê merasîmê hat li darxistin.

Li bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê ji bo bîr anîna Fermandarê PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) yê ku di 28’ê Adara 1986’an de li Gabarê di encama pevçûnek ligel artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dide pêk anîn. Gelê bajarê Serêkaniyê, Til Temir, Dirbêsiyê û bajarokê Zirganê berê xwe dan Goristana Şehîd Rûstem Cûdî a li gundê Berkevirê ya Dirbêsiyê. Gel posterên Fermandarê PKK'ê Mahsûm Korkmaz û kesên di Şoreşa Rojava de jiyanê xwe ji dest dayî hildan. Her wiha gel bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd Namirin" heya goristanê meş li darxistin. Li goristanê piştî merasîma leşkerî ê ku ji aliyê YPJ/YPG'ê ve hatî pêk anîn Fermandarê YPG'ê Lewend Rojava axaftek kir.

Lewend got, "Em di şexsê şehîd Egîd de hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û careke din soza têkoşînê nû dikin. Şehîd Egîd li hemberî dijminan guleya yekemîn teqand. Îro em bi saya têkoşîna qehremanên mîna Egîd gihîştine astên heyî ya serkeftinê. Serkeftinên ku hatine bidestxistin, avakirina hemû hêzên ku îro Kurdistanê û nirxên civakan diparêzin berdewamkirina têkoşîna heval Egîd e. Ji bo wê em ê heya dawiyê xwedî li rêya wî derkevin û bibin şopdarên lehengên mîna wî."

Merasîma bîr anîn bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

(şe/hs/rc)