Vê heftê jî çalakiya 'dest nede vîna min' hat lidarxistin
16:41
JINHA
WAN - Piştî Hevşaredara Artemêtanê Sevil Rojbîn Çetin û endamên meclîsa şaredariyê hatin girtin bi şiara 'Dest nede vîna min' her roja duşem çalakiya 'Duşema Reş' tê li darxistin.
Piştî Hevşaredara Ertemêtenê Sevîl Rojbîn Çetin û endemên meclisa şaredariyê hatin girtin bi şiara 'Dest nede vîna min' çalakiya ' Duşema Reş' hat lidarxistin û ev çalaki di hefteya 31'an de berdewam dike. Li ber Şaredariya Ertemêtanê di daxuyaniyê de Wekîle Hevseroka Şaredariya Ertemêntanê Nurhayat Çelîk, Endemên Meclîsa Şaredariyê Ertemêntan û xebatkarên şaredariyê tevlî bûn. Li ser navê çalakvanan daxwiyanî Endama Meclîsa Şaredariyê Kebîre Budakbeyoglu Karakaya xwend.
(dt/zt)