Koçer berê xwe dan qontarê çiyayên bilind
09:08
Nurcan Yalçın-Mizgîn Tabu/JINHA
SÊRT - Koçerên ku jiyana wan bûye perçeyek ji xwezayê, li hember dagirkeriya dewletê çanda xwe didin jiyan kirin. Koçerên ku li gundê Çemê Pirê ya Sêrtê dijîn bertek nîşanî qedexeyên dewletê ya li ser zozanan dan û gotin, "Çi dibe bila bibe em ê zozanên xwe terk nekin."
Çanda koçeriyê Kurdan yê ku xwe dispêre sedsalan di heman demê de navê ahangiya xwezayê re jiyankirine. Koçerî tê wateya şêwaya jiyana komînal a ku ji stresê jiyana bajarvaniyê dûr. Di 40 salên dawî de ligel tevahî qedexekirin û polîtîkayên tundiyê a dewletê bi îsrarek mezin çanda koçertî tê jiyandin. Gava ku tê gotin koçertî di serî de Sêrt tê bîra mirov. Bi hezaran koçerên Sêrtê bertek nîşanî qedexekirina zozanan dan. Koçerên ku li gundê Çemê Pirê ya Sêrtê dijîn bi biryarin çanda koçertiyê bidin jiyandin.
'Em bi sedan sal çanda Koçertiyê didin jiyandin'
Fatma Aksoy (35) a ku di malbatek koçer de hatî dinê wiha got, "Em malbatek bi sendan sale çanda Koçertiyê didin jiyandin. Jiyanek me yê zehmet heye, lê ji ber em hînê jiyanek wiha bûne ji bo me gelek xweş tê. Em nava rojê de qet nasekinin. Di konan de em dijîn û zarokên xwe xwedî dikin. Li ser agir em xwarinê xwe çêdikin û cil û firaqan jî bi destê xwe dişon. Her wiha nava rojê de em sewalê xwe dibin zozanan û diçêrînin. Di vê demsalê de em sewalan nadoşin ji ber şîr nîne zêde. Lê havînê rojê du caran em sewalan didoşin. Em şîrê wan dixin nava bîdonan û dibin konan, li wir peynîr an jî mast çêdikin. Tevahî kar ji bo me kêfxweşî avadike. Ji ber em hînê jiyana koçertiyê bûne tenê dikarin bi koçertiyê debara jiyanê bikin."
'Em perçeyek ji xwezayê ne'
Besê Aksoy (50) jî dibêje ew koçertî di nava ahangiya xwezayê de jiyan kirine û wiha domkir, "Îsal gelek berf lêkir û konên me di bin berfê de ma, zivistanek giran me borand. Bi hatina havînê re rêwîtiya me ber bi xwezayê û zozanan ve despêdike. Em di mehên havînê de diçin zozanên Faraşîna Wanê. Tevî sewalên xwe em dikevin rê û carnan jî rêwîtiya me mehek berdewam dike. Dema em dighêjin zozanan gelek kêfxweş dibin. Havînê li zozanan em ji germahiyê dûr dijîn. Jiyan li zozanan gelek xweşe. Ji ber em hînê jiyana koçertiyê bûne, nikarin li bajêr bijîn. Dibêjin ku îsal zozan hatine qedexe kirin. Di rewşek wiha de em ê çibikin. Çi dibe bila bibe em ê zozanên xwe terk nekin. 40 salin dewlet me maxdûr dike. Dixwazin me ji çand û xwezayê qut bikin. Lê divê bê zanîn em perçeyek ji vê xwezayê ne. Em wiha hatin dinê û wiha mezinbûn û em dixwazin wiha jî bijîn. Kêfxweşiyek cuda ji bo me nîne."
'Dewlet dixwaze koçertiyê qedexe bike'
Halîme Baykara jî da zanîn ku ew di tevahî jiyana xwe de dervî koçertiyê tu karek din nekirine û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dayîk, bav û pîrên me tev koçerbûn. Em jî koçerin û em ê wiha bimînin. Zarokên me jî wek me li zozanan hatin dinê. Delwet bi salane koçertiyê qedexe dike û her tiştê dike. Em mehên zivistanê li gundê Çemê Pira a girêdayî Sêrtê dimînin. Gund zivistanê germe, ji bo zayîna sewalan baştir dibe. Bi hatina havînê re sewalên çêbûyî mezin dibin. Ji ber wê em berê xwe didin zozanan û qontara çiyayên bilind. Em 5 heyv li zozanan dimînin û dûvre cardin vedigerin gundên xwe."
(rc)