Jinên Hesekê federaliya demokratîk nirxandin

09:09

Ebîr Ehmed/JINHA

HESEKÊ - Jinên bajarê Hesekê di derbarê sistema federalî de nirxandin kirin û diyar kirin ku federalî bingeha demokratîkbûn li tevahî gelê Sûriyê û taybet li Rojava pîroz kirin û di vê derbarê de nirxandin kirin.

Jinên bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê Sîstema Federaliyê li Rojava-Bakurê Sûriyê li tevahî gelê Sûriyê û taybet li Rojava pîroz kirin. Jinan dan diyar kirin ku federalî bêcudabûn yekbûna hemû pêkhateyên di heremê de ye û pêşeroja Sûriya demokratîk di nava xwe de dihewîne.

Ji pêkhateya Ereb Rêvebera HPC'ê ya bajarê Hesekê Firyal Silêman Sîstema Federaliyê li Rojava-Bakurê Sûriyê li tevahî gelê heremê pîroz kir û wiha got: "Federalî bingeha demokrasiyê û yekîtiya gelan avadike. Bê cudabûn her pêkhate nêrînên xwe tîne ziman û çareseriya herî rast ji pirsgirêkên heyî re dibînin. Bi hêvî me ku her kes rastiya sîstema federaliyê nas bike û li gorî wê kar û xebatên xwe bike. Ji ber ku bi vê sîstemê em ê bikaribin çareseriyê ji aloziya ku di heremê de heyî re bibînin."

'Tenê federalî dikare aloziya Sûriyê çareser bike'

Nisrîn Meşûq a ku ji pêkhateya Ereb diyar kir ku bi federaliyê dê hemû gelê Sûriyê bibin yek û wiha pêde çû: "Ne wekî ku tê gotin ev sîstem parçebûna gelan e, lê berovajî wê hemû gelan bi awayekî azad dighîne hev û mafê wan diparêze. Dewletên ku ragihandina federaliyê ne li gorî berjewndiyên wan e dibêjin ku ev proje parçebûna Sûriyê ye. Lê rastiya li ser erdê heyî dide xuyakirin ku çareseriya herî baş ji yekbûna gelê Sûriyê re federalî bi xwe ye. Ji bo wê divê em hîn zêdetir bi hev re têkoşînê bilind bikin û rastiya vê gavê ji her kesî re diyar bikin. Ji ber ku tenê federalî dikare aloziya Sûriyê çareser bike û ronahiya gelê herêmê biafrîne."

Mamoste Himrîn Hisên jî diyar kir ku federalî projeya avakirina Sûriya demokratîl û azad e û wiha dom kir: "Xewna her kesî ye ku şerê li Sûriyê bi dawî bibe û jiyana aramî pêk were. Ji bo vê jî hewldan tên dayîn, li Sûriyê jî Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê hate îlankirin, jixwe çareseriya aloziya Sûriyê di vê projeyê de peyda dibe. Lê mixabin hin hêz dixwazin li gorî berjewendiyên xwe şer li Sûriyê kur bikin sistema federaliyê berovajî bikin. Em wekî gelê Sûriyê Federaliyê qebûl dikin û ji bo biserxistina wê em ê her kêlî di nava têkoşînê de bin û gavên mezintir ber bi pêş ve bavêjin."

(hs/rc)