Li Girê Spî jin xwe bi rêxistin dikin

09:09

Zehîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Desteya Karûbarên Jinê a Girê Spî Xensa Ehmed rewşa jinên bajarê Girê Spî ya piştî rizgarkirina bajêr nirxand.

Bajarê Girê Spî a Kantona Kobanê piştî ku ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgar kirin jiyan ji nûve tê birêxistin kirin. Ji bo avakirina jiyanek nû gelê Girê Spî di serî de jin dest bi xebatê înşayê kirin. Derbarê xebatê jinan de Desteya Karûbarên Jinan Xensa Ehmed nirxandin kir û got jin di qada parastinê de cihek girîg digre.

Xensa qala hovîtiya çeteyan kir û wiha got, "Dema ku DAÎŞ êrîşî Girê Spî kir her tişt talan kir. Pêkanînên dijî mirovahiyê hember sivîlan pêk anîbû. Bi pêşengiya hêzên YPG/YPJ'ê piştî ku herêm ji çeteyan hat rizgarkirin, guhertinek mezin pêk hat. Bi taybet guhertinek mezin di aliyê rewşa jinan de derket pêş. Êdî jin tevlî tevahî qadê jiyanê dibe. Ez bi xwe li Mala Jinê kar dikim. Li vir pirsgirêkên jinan ên heyî tên çareserkirin, kar ji wan re tê peydakirin û ji bo zanistkirina wan perwerde tên dayîn."

Xensa diyar kirin ku ti cudabûn di navbera jinan de tuneye, çi Ereb, Kurd, Aşûr û Suryan be tev rastê zordestiya zilam tên û wiha dom kir: "Ji bo ku em bikaribin xwe ji hişmendiya desthilatdar a zilam azad bikin û hemû mafê xwe bidest bixin, divê em hemû bi hev re li cihên mîna Mala Jinê xwe perwerde bikin û tevahî astengiyên li pêşiya xwe bi vîn û îsrareke xurt ji kokê hilînin. Ew yek jî dê bi yekîtiya hemû jinan pêk bê. Bêguman azadî jî xewna her jinekê ye."

(hs/rc)