'Dewlet dixwaze jinan bikşîne qada şer'

09:10

JINHA

STENBOL - Jinan bertek nîşanî xebata Wezareta Millî a Parastinê ya ku jin bi dildarî bigre leşkeriyê dan û diyar kirin ku dewlet dixwaze jinan bikşîne qada şer û gotin ew ê li hember vê yekê bertekê xwe nîşan bidin.

Wezareta Millî a Parastinê (MSB) û Serfermandarê giştî ji bo guhertina sistema leşkerî xebat dane despêkirin û di mehên borî de jî ket rojeva Komîsyona Mîllî a Parastinê TBMM'ê. Di xebata sîstema leşkertî de, pêkanîna leşkeriya bi zorê dê dewam bike ango na û bi mînakên cuda xebatek ji aliyê Wezareta Millî a Parastinê û Serfermandarê giştî ve hat despêkirin. Di vê xebatê de biryarê "ji jinan re leşkertiya bi dildarî" hat derxistin.

'Jin wê nebin amûrê vî şerî'

Derbarê mijarê de endama Yeryuzu Kadinlari Sînem Şahîn diyar kir ku bi konsepta şer yê AKP'ê re hedef jin kişandina nava şere û wiha domkir, "Sîstem bi taybet li ser jinan xebat dide meşandin û dixwaze bi cih bike. Lê divê were zanîn ji aliyê cepha jinan rewş cuda dê pêş bikeve. Jin wê nebin amûrê vî şerî."

'Jin dê bertekê xwe nîşan bikin'

Endama KJA'yê Asiye Yilmaz bi bîr xist ku Serokomar di rojên borî de banga seferberiyê kiriye û got ji bo jinan modela leşkeriya bi dildarî perçeyek ji vê seferberiyê ye. Asiye bilêv kir ku dewlet ji bo jinên aştî xwez alternatîfa leşkeriya bi dildarî dide pêş. Asiye destnîşan kir ku ji ber şer zerarê herî mezin jin û zarok dibînin û got ew ê wek jin pêşî li belavbûna şer bigrin. Asiye destnîşan kir ku divê jin li hember vê yekê xwe bi rêxistinbikin û got wek jinên aştîxwaz ew ê li hember polîtîkayên dewletê bertekê xwe bînin ziman.

'Dewlet hewildide jin bikşîne qada şer'

Ji Însîyatîfa Çareserî di Cihde Dîlan Yilmaz derbarê mijarê de wiha got, "Em wek jin têkoşîn ji bo demokrasî û aştiyê didin, lê dewlet hember vê altarnatîf dixwaze jin bikşîne qada şer. Divê wek jin em helwestê xwe danin û rexne bikin. Em 'reda wîjdanî' wek maf diparêzin lê MGB'ê leşkeriyê bi dildarî wek talebek di cih de dipejrîne. Ji aliyê hikûmetê û Qesrê ve bi israrek mezin şer tê meşandin. Bi gotina 'jin dikare leşkeriya bi dildarî bike' hewl didin jin bikin hevparê şer. Wek jinên siyasetvanên aştî em ê li hember vê siyasetê bê alternatîf nemînin."

'Jin dema bibe pêkanîna zihniyeta desthiladarî wê gelek tirsnake be'

Ji Jinên Sînor Nasnakin jî Meltem Oztûrk jî destnîşan kir ku di nava mercên şer de jin kirina amûrê şer rewşek tirsnake û got, "Jin ji aliyê pergalê serdest ve rastî tacîz, tecevûz, şîdet û teşîrkirina bedenê tê, ev yek têr nake dixwazin vê yekê bi destê jinan bidin kirin."

(rc)