Di TOKİ yên Uzundere de tekoşîna jinan a jiyanê
09:12
Ozgu Ozutok/JINHA
İZMİR - Mirovên di TOKİ yên Uzundere de bicîhbûne ji bajêr dur weke ku terkî qederê kirine tên dîtin. Jinên li wê dijîn her ku pirsgirêkên xwe gotine û çareserî nedîtine êdî naxwazin bipeyîvin.
Tevahî kolanên TOKİ yên Uzundere vala dixwiyê tenê li wê marketek heye. Li herêma weke navenda wê tê zanîn çend jinan dezgah vekirine tiştên xwarin û lixwekirinê difikroşin. Dema ku jin navedê ber bi kolanan de dikevê rê her der bêdenge. Nîvê wan valanin, welatiyên li wê dijîn jî berî 6-7 salan hatine. Welatiyên kurd, roman û tirk ên feqîr li taxên Kadifekale û Yeşildere yê bicîhbûne niha jî bi navê vegera bajar rastî koçeberiyek din tên. Tenê du jinên bi navê Şahsenem Macit û Behice Pamuk bi kinasî qala pirsgirêkên wê dikin.
Şahsenem Macit jina temen mezin despêkê ji Gumuşhaneyê koçî Taxa Yeşildere ya Îzmîrê kiriye û niha jî ji wê neçar maye koçî TOKİ yên Uzundere bike. Şahsenem wiha axivî: "Malên me yên Yeşildereyê hemû xirakirin dan vêderê, deyînê vêderê jî hemû ser me ma. 16 hezar deyînê avahiyê heye, em her sal bi vî deyînî meşxulin. Maşek me yê BAGKUR'ê heye, em zar zor bi wê debara xwe dikin. Carnan zarokên min alîkarî dikin. Ji ber market ji min dure, bi tiştên zarokên min tînin ez îdare dikim. Markêt gelek dure, ma ger marketek li van nêzîkahiyan jî dane dê çî bibe? Ez pîrim nikarim di deverekê de biçim di lingên min de kireç heye. Zarokên min li navendê ne, ji ber ev der ji bajêr dure li vêderê namînin."
Behice Pamuk jî berî 27 salan ji ber sedemên aboriyê ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kiriye û 6 salin li TOKÎ yên Uzundere yê tekoşîna jiyanê dide. Behice da zanîn ku li gorî Kadifekaleyê jiyan li Uzundereyê hîn zêdetir zore û wiha domand: "Tenê marketek heye, ew jî gelek dure, heya em xwe bigihînin marketê divê em bi otobusê biçin û bên. Ev hemû bi pereye, em jî mirovên aboriya me nebaşin. Di aliyê gihandinê de em zoriyan dikêşin. Li vêderê jiyan gelek zore."
(zt)