Bajarê ku tank, top, doçka û hewan lê derbas nabe: Nisêbîn

09:34

JINHA

MÊRDÎN – Nisêbîn li hemberî hemû teknîkên pêşketî yên dewleta tirk 16 roj in berxwedanekê ku mînakên wê kêm hene dide. Tîmên dewleta tirk bi tank, top, doçka û hewanan êrîşî hundirê taxan dike lê heta niha tû encam bi dest nexistiye. Herwiha tîmên ku tevlî ‘operasyonê’ bûne jî bi hev ketin û Serek Serekaneyê Artêşa tirk Hulusî Akar hat bi hewara wan ve. Dewletê beriya vêcarê jî 6 caran bi heman rêbazê xwestibû encamê bigire lê xwuya dike ku dê encam jî wekî carên berê li wan vegere.

Gelê Nisêbîna Mêrdînê li hemberî êrîşên dewletê 16 roj in berxwedanekê ku mînakên wê kêm hatine jiyandin didin. Hêzên dewletê beriya ‘Qedexeya’ dawî 6 carên din jî ‘Qedexeya Derketina Kolanan’ îlankirin û di vê çarçoveyê de êrîşî taxan hate kirin. Dewleta ku ji qedexeyan destkeftiyek negirt piştî qedexeya dawî pêvajoya ablukayê da jiyandin û kolanên mezin yên navenda Nisêbînê dagir kirin. Dewletê vêcarê jî ji ablukayê destkeftiyek negirt û caridin berê xwe da tiştên ku berê ceribandibu. Dewleta ku encama li gor dilê xwe ji Nisêbînê negirt şeva 13 adarê caridin ‘Qedexeya derketina kolanan’ bi ser navenda bajêr ve danî û ‘operasyonen’ bi piştgiriya Leşkerên Tîmên Taybet (JOH) , Polîsên Tîmên Taybet (POH) û Cerdevanên heremê dan destpêkirin. Ji wê rojê û vir ve taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Dîcle, Yenîşehîr, Zeynelabîdîn û Kişla di bin êrîşê, taxên Yenîturan, Yeşîlkent, Selahattîn Eyyubî, Mor-Yakup, Îpekyolu, 8 Mart, Barış, Girnavas û Devrîm jî di bin dorpêçê de, car caran jî di bin hedefa êrîşên dewletê de ye. Di ser destpêka êrîşan de 16 roj derbas bûn û hêj dewlet li cihê ku roja ewil lê bû ye.

Amûr û saziyên dewletê li Nisêbîn di xizmeta ‘operasyonan’ de ye

Di êrîşên bi ser taxên Nisêbînê de ji bilî tank û topan hemû amûrên hewcedariya operasyonan pê heye li Nisêbînê di seferberiyê de ye. Miduriyeta Giştî ya Rêbejayiyê (Karayollari), Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) , Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê (UMKE jî tê de) , Qampa AFAD’ê û Hewşên Dibistanên Nisêbînê ji van saziyên mîrî yên ku ji bo dewleta tirk desteftiyekê ji Nisêbînê bi dest bixine kiriye seferber in. Di êrîşan de herî zêde kar bi van saziyan tê kirin. Her wiha wesayitên DSİ’yê ji tîmên ku nikarin bikevin taxan re çewalên mewziyan bar dike û dibe. Caridin wesayitên Karayollari tank, wesayit û kepçeyên zirxî yên ku tên îmhakirin an derbkirin ji ketina taxan derdixe û li hewşên dibistanan an li kampa AFAD’ê kom dike.

Akar bi hewara pevçûnên leşker û polîsan ve hat

Beriya çend rojan Serek Serekanê Gişkî yê Artêşa tirk Hulusî Akar hat Nisêbînê. Hemû amûrên çapemeniya hawiz hatina Akar wekî dayîna moral ji bo kesên tevlî êrîşên li Nisêbînê dibin dan. Gotinekê pêşiyan dibêje “Saeta sekinî jî di nava rojê de dû caran rastiyê dibêje’ Bêguman Akar ji bo moral dayînê hate Nisêbînê. Beriya hefteyekê dema wesayitek zirxî hewl dide ku bikeve taxên berxwedêr teqînek pêk tê û di encama teqînê de tîmek leşker jiyana xwe ji dest dide û gelek ji wan jî birîndar dibe. Dema cenaze û birîndaran bi wesayita zirxî tînin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê li vir leşkerekî paye bilind û Midurekî Polîsên tîmên taybet bi kulman bi hev dikevin. Piştî ku tîmên derdorê wan ji hev vedikin leşkerê paye bilind çeka xwe jî di nav de teçhîzatên li ser xwe ji xwe dike û ji cihê buyerê dûr dikeve. Hat îdîakirin ku heman leşkerê paye bilind dev ji kar berdaye. Ev buyer beriya ku Serek Serekanêyê Gişkî yê Artêşa tirk Hulusî Akar bê tê jiyandin û Akar li ser vê yekê tê Nisêbînê. Hate îdîakirin ku mînakên wekî vê yekê gelek in û tîmên ku ji bo operasyonê anîne Nisêbînê naxwazin/newêrin ji ketina taxan û wirdetir de biçin. Herwiha gelek kesên ji hikumeta AKP’ê û ji gelek kesên di beşên xebatên dewletê de cih digirin ketine nava nîqaşên kuştî û birîndarên herî zêde li Nisêbînê tê jiyandin. Îdîayekî din jî tê gotin ku tîmên taybet ji fermandarên xwe re anîne ziman ku wesayitên wan li ber berxwedanê debar nakin û ji ber vê yekê jî naxwazin tevlî êrîşan bibin.

Hinceta hilweşandinê: Encam negirtin

Tîm û rayedarên ku encaman bi dest nikarin bixin ketine nava hewldanên berê hatine ceribandin. Ji ber ku him ketin li dij îmkanên tîmane û him jî Qada Newrozê ya Nisêbînê ji wan re stratejîk tê bi gelek wesayitan li vir bi cih bûne. Ji vêderê nava kolanên taxa Firat û Abdulkadîrpaşa topbaran, gulebaran dikin û bombeataran li hawirdor direşînin. Mala ku carekê bi tankê lê didin carekê din lê vedigerin û bi giştî malê hildiweşînin. Ev yek fikarên encama ku dewletê li Sur a Amedê dixwaze bi dest bixe û hin ji beşên wê bidestxistiye tîne bîra mirov. Li Surê jî hêj pevçûnan dom dikir rayedar derketin û qala ‘Bajarê nû’ kirin. Wehşeta ku li dijî taxên ku sivîl jî lê dijîn tê kirin fikarên wekî yên Surê tîne bîra mirov.

Cenazeyê 8 şervanên YPS’ê hêj li taxan tê sekinandin

Tevlî hemû teknîk û hêza dewletê, di serî de hêzên YPS û YPS-JİN’ê û pê re gelek welatiyên sivîl li taxên Nisêbînê berxwedana xwe berdewam dikin. Di pevçûnên heta niha de 8 YPS’iyan jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan hêj li taxan tên sekinandin.

(kom/zt)