Can Dundar: Em ji bo şahidiya doza Bêrîtan hatin

11:02

JINHA

AMED - Ji bo doza nûçegiyana me Bêrîtan Canozer gelek rojnameger û parlementer hatine ber Dadgeha Amedê. Ji bo serbestberdana Bêrîtan piştevaniya li ber derî berdewam dike. Li aliyê din di daxuyaniya çapemeniyê ya hat dayîn de Can Dundar got: "Di hindir de girtina rojnamegerekê tê wateya em hemû rojnameger girtîne. Ev pîşe vîna meye. Em ji bo şahidiya doza Bêrîtan hatine."

Dê yekem runiştina doza nûçegihana JINHA yê Bêrîtan Canozer li Dadgeha Amedê bê dîtin. Bêrîtan ji 19'ê kanûna 2015'an heya niha di girtîgehê de dimîne. Di yekem diruşma Bêrîtan de serî de malbata wê rojnameger Ceyda Karan, Fatih Polat, Can Dundar û Fehim Işık jî di navê de gelek rojnameger, parlementerên HDP'ê Nursel Aydogan û Ziya Pir jî di navê de gelek kes li ber avahiya adliyeyê kombûne.

Li ber avahiya dadgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de despêkê ji Cemyeta Rojnamegerên Azad (OGC) yê Hakki Botan diyar kir ku ew ji bo azadiya Bêrîtan kombûne û got: "Em dixwazin di kesayeta Bêrîtan de hemû rojnameger serbest bên berdan. Qadên xebata rojnamegeran ne girtîgeh û dadgehin. Ji bo wê jî ev piştevanî gelek giringe. Heya hemû rojnameger serbest bên berdan dê tekoşîna me berdewam bike."

Can Dundar: Em ji bo şahidiya doza Bêrîtan hatine

Paşê jî Gernendeyê Giştiyê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar mafê gotinê girt û wiha axivî: "Di hindir de girtina rojnamegerekê tê wateya girtina me tevan. Ev pîşe vîna me ye. Em ji bo şahidiya doza Bêrîtan hatine. SEGBÎS sepandinek bêmafiye. Divê her kesên tên darezandin derkevin pêş dozgeriyê. Em ji bo yekgirtinê hatine. Ji bo yên alîkarî dayîn me deyînê sipasiyê heye."

Bi hinceta ewlehiyê ne anîn

Ji parêzerên Bêrîtan Muharrem Erbey jî got: "Ji bo ku Bêrîtanê ji Stenbolê bînin Dadgeha Amedê daxwaznameya ku me şandî ji aliyê îdara girtîgehê ve hat retkirin. Sedema ne anîna Bêrîtan hincetên weke ewlehiyê nîşan dan."

(zt)