Zeynep Îdîn: Di Taybet Înan de min dayîka xwe dît

11:56

JINHA

ŞIRNEX - Dewlet di sala 2011'an de li Şirnexê Hatîce Îdîl (54) û di 2015'an de jî li Silopî Taybet Înan (57) qetil kir. Keça Hatîce Zeynep Îdîn qala girêdana di navbera dayîk û Taybet Înan kir û got, "Gava ku hînbûm cenazeyê Taybet Înan li erdê ye, wê demê ji bo girtina cenazeyê amedebûm canê xwe bidim. Bi zarokên wê fikirîm, ji ber ku heman êşê min jî jiyan kiribû" û da zanîn ku zîhniyeta dewletê ti car ne hatî guhertin.

Di sala 2011'an de piştî hilbijartina giştî a ku li Tirkiyê pêk hat, gel ji bo pîrozkirinê daketibû kolanan û gelê Şirnexê pîrozbahî çêkiribûn. Di wê navberê de li qadê taqîn pêk hatibû û gelê ku birîndaran radikir nexweşxanê rastî mudaxeleyê polîsan hatibûn. Endama Dayîkên Şirnexê Hatîce Îdîn a ku ji bombeyê gazê bi bandor bibû û di encamê de xwîn çû ser mejiyê wê. Hatîce piştî 19 roj têkoşîna jiyanê da jiyana xwe ji dest da û li ser mirina wê 5 sal diborin. Keça Hatîce Zeynep roja mirina dayîka xwe bi bîr anî û diyar kir ku hêzên dewletê berî niha li Silopî nava kolanan Taybet Înan qetilkir û 7 roj destûr nedan ku cenazeyê wê bê rakirin.

'19'e roj têkoşîna jiyanê da'

Zeynep qala girêdanbûna di navbera Taybet û Hatîce de û wiha got, "Dayîka min 2011'an de ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin. Dayîka min 54 salî bû. Encamê hilbijartinê hazim nekirin ji ber vê xwestin canek bigrin. Dayîka min di encama teqînê de rewşa wê xirab bû. Dema ku me rakir nexweşxanê hêzên dewletê êrîş bir ser nexweşxanê jî. Dayîka min saetek di odê de li nexweşxanê benda alîkariyê bû. Camê tevahî nexweşxanê şikandin û her kes derxistin derve. Li odeya ku dayîka min jî bombeyên gazê avêtin. Dayîka min rewşa wê giranbû û xwîn çû ser mejiya wê. Dûvre me dayîka xwe rakir nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û Êlihê. 19 roj têkoşîna jiyanê da û piştre jiyana xwe ji dest da."

'7 Roj ez li vir qehirîm'

Zeynep Taybet Înan bi bîr xist û wiha dirêjî da gotina xwe, "Dayîka Taybet 54 salî bû. Dema ku hînbûm hatî qetilkirin kulê min ji nûve vebûn. Di dayê Taybet de min dayîka xwe dît. 9 zarokên Taybet hebûn, dayîka min jî wiha. Dayîka min jî ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin dayê Taybet jî. Di dîmen û wêneyên dayê Taybet de min dayîka xwe dît. Tulbendê serê wan wek heve û nêrînên wan yeke. Gava ku hînbûm cenazeyê Taybet Înan li erdê ye, wê demê ji bo girtina cenazeyê amedebûm canê xwe bidim. Bi zarokên wê fikirîm, ji ber ku heman êşê min jî jiyan kiribû. Me xwest em cenaze werbigrin, 7 roj ez li vir qehirîm."

(rc)