Ji girtiyên jin piştevaniya ji bo Sûrê

11:57

JINHA

AMED - Jinên girtî yên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebzeyê, ji bo piştevaniya bi gelê Sûrê re di nav xwe de bi awayekî hevpar pere berhev kirin û ji komîsyona piştevaniyê re şandin.

Jinên girtî yên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeya Kocaeliyê, ji bo piştevaniya bi gelên Sûrê yên bi rojan di bin dorpêçê de mayî, piştevaniya kampanyaya piştevaniyê kirin. Jinên girtî di nav xwe de 5 hezar lîre pere berhev kirin û bi rêya malbatên zexîre kirîn û radestî komîsyona ji aliyê Şaredariya peyasê ve hatibû avkirin kirin. Komîsyona Alîkariyê zexîreyên ku jinên girtî di nav xwe de kirîn li malbatên ji Sûrê koçî navçeya Peyasê kirine belav kirin.

(zt)