'Divê tevahî jin di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve biherikin'

15:27

JINHA

RIHA - Koordînasyona KJA'yê ya Rihayê, ji bo pîrozbahiya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a dê li Amarayê li dar bixin, banga beşdarbûyînê kir. Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan bang li her kesî kir da werin Amarayê û wiha got, "Azadiya Serokatî, azadiya jinê ye. Em 4'ê Nîsanê li Amarayê azadiya Serokatî biqîrin."

Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) a Rihayê ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a dê li Amarayê bê pîrozkirin, banga beşdarbûyînê kir. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya DBP'ê ya bajêr hat lidarxistin de endama Koordînasyona KJA'yê Yasemîn Kiliç axivî û diyar kir ku girîngiya pîrozbahiya îsal a dê li gundê Amara yê Xelfetiya Rihayê bê lidarxistin, wateyeke xwe yî cihê heye û wiha got, "Îzolasyon û tecrîda li Îmraliyê tê sepandin, êdî bi awayekî aşkere dixuyê ku encama pevçûnên li Tirkiyeyê û Rojhelata Navîn û polîtîkayên tecrîdê ne."

'Divê tevahî jin ber bi Amarayê ve biherikin'

Yasemîn axaftina xwe wiha domand: "4'ê Nîsanê tenê ne dîroka rojbûyîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e, ji bo bi dawîbûna vî şerê qirêj jî girîng e û rojeke dîrokî ye. Em wek hevgirên KJA'yê yên Rihayê bi berpirsiyariya xwe yî li hemberî dîrok û mirovahiyê em dê di 4'ê Nîsanê de azadiya gelan li qadan biqîrin. Bi vê munasebetê di serî de jin divê ji 7'tan heta 70'yan her kes ber bi Amarayê ve biherike."

'Em di 4'ê Nîsanê de azadiya Serokatî biqîrin'

Piştî Yasemîn, Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî bi kinayî axivî. Dîlek diyar kir ku divê di pêşengiya jinan de ji Kurdistan û Tirkiyeyê her kes beşdar bibe û wiha got, "Azadiya Serokatî azadiya jina ye. Ji ber vê, da em têkoşînê gurtir bikin divê her kes di 4'ê Nîsanê de li Amarayê be û azadiya Serokatî biqîre."

(rc)