Nûçegihana me Gulfidan Ataman serlêdana suc kir

15:43

JINHA

WAN - Nûçegihana me Gulfidan Ataman a ku li Geverê bi parçeyên şarapnelê ji milê xwe yê çepê birîndarbûyî bi rêya parêzerê xwe di derbarê berpirsan de serlêdana suc kir.

Nûçegihana me Gulfidan Ataman di 13'ê adarê de li nêzî mala xwe ya li Taxa Orman a navçeya Gevera Colemêrgê di teqînek a çêbû de ji milê xwe yê çepê birîndarbû. Gulfidan sevkî Navenda Tibê ya Dursun Osabaşiya Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê kirin. Gulfidan ji nexweşxanê derket lê heya demekê nikare milê xwe bixebitîne. Di derbarê berpirsên bûyerê de Gulfidan bi rêya parêzerê xwe Sebahattin Kaya serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da.

Têpayîn ku di rojên pêşiya me de lêpirsîn bê vekirin.

(zt)